Li zêdetirîn bajarê Kurd lê dijîn namzetekî Kurd bo şaredariyê nîn e

Stenbol bajarê herî mezin ê cîhanê ye ku zêdetir Kurd lê dijîn, lê di hilbijartina şaredariyan a 31ê Adarê wê were kirin, namzetek ji Kurdan tune ye.

 

K24 – Stenbol

Stenbol bajarê herî mezin ê cîhanê ye ku zêdetir Kurd lê dijîn, lê di hilbijartina şaredariyan a 31ê Adarê wê were kirin, namzetek ji Kurdan tune ye. HDP ya ku piranî dengdêrên wê ji Kurdan pêk tê amaje kir ku li Stenbol û çend bajarên din namzêt wê nîşan nedin. Piştî vê biryarê, ji bo şikandina tifaqa AK Partî û MHP behsa piştgiriya HDP bo namzetên CHP zêdetir tê kirin. Niha piştgiriyeke zelalî neyê ragihandin jî lê piştgiriyeke veşartî bo CHP tê destnîşankirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji bo hilbijartina şaredariyan a 31ê Adarê namzetên navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê diyar kiribû, li bajarên Rojavayê Tirkiyê namzet nîşan bide yan na dihat meraqkirin. Hat ragihandin ji bo 3 bajarên mezin Stenbol, Îzmîr û Edene ji aliyê HDP ve namzet dê neyê nîşandan. Hevseroka Şaxa HDPê ya Stenbolê Esengul Demîr da zanîn di rojên pêş de li Stenbolê piştgiriya kîjan namzetê bikin bi şêwazeke fermî wê ragihînin.

Hevseroka HDPê ya Şaxa Stenbolê Esengul Demîr ji K24ê re got: “Em ê bi tu awayî piştgiriya namzetê AKP û MHPê nekin. Ji ber ku rêjeya dengên du namzetên sereke yên AKP û CHP nêzî hev in dengdêrên me li Stenbolê dengê xwe bide kîjan kesî ew kes dê bi ser keve. Eger CHP jî piştgiriya me ji dil ve bixwaze pêwîst e guh bide daxwazên Kurdan.”

Di hilbijartina giştî ya 24ê Hezîranê ya sala borî de HDP li Stenbolê ji%12,7, li Îzmîrê ji%11,5 li Edeneyê jî ji%13,5 deng wergirtibû. Stratejiya HDP ya li ser hilbijartina şaredariyan a îsal, şikandina tifaqa AK Partî û MHPye. Parlamenterê berê yê CHP Barış Yarkadaş helwesta HDP a der barê hilbijartinê de wek fedakariyeke mezin a siyasî dinirxîne û amaje dike pêwîst e CHP xwe ji hin kompleksan dûr bixe û ji bo piştgiriya namzetê xwe bila bêje dengên dengdêrên HDP jî dixwazin.

Parlamenterê berê yê CHPê Barış Yarkadaş dibêje: “Di hilbijartina şaredariyan de dengdayîna dengdêrên HDP bo namzetên CHPê wê bibe hişyariyeke dîrokî bo eniya AKP û MHP. Loma helwesta HDP rast e. Divê CHP jî peyamên bi dilê Kurdan bide da ku dengdêrên Kurdan pê qanî bibin. Namzetên CHP jî li gor vê divê bên diyarkirin da ku Kurd jî ji dil ve dengê xwe bidin.”

Li Rojavayê Tirkiyê li hember AK Partî partiya hêzdar CHP ye, loma li gelek bajaran bi piştgiriya HDP behsa egera serkeftina namzetên CHPê zêdetir tê kirin. Niha bi şêwazeke fermî piştgiriya HDP bo CHP neyê ragihandin jî lê piştgiriyeke veşartî xuya dike.