Lîwaya 61 ewlekariya Kerkûkê digre dest
Nûçegihanê Kurdistan24 li Kerkûkê ragihand, hêzeke taybet a lîwaya 61 a Serokwezîrê Iraqê gihiştiye Kerkûkê û beriya pênc rojan li baregeha Civata serkirdatiya Partî ya li Kerkûkê hatine bicîh kirin
K24-Navenda Nûçeyan
Hêzeke taybet a Serokwezîrê Iraqê gihişte Kerkûkê û biryar e dosyeya ewlekarî ya bajêr, ji bo lîwaya 61 a Serokwezîran bê kirin.
Nûçegihanê Kurdistan24 li Kerkûkê ragihand, hêzeke taybet a lîwaya 61 a Serokwezîrê Iraqê gihiştiye Kerkûkê û beriya pênc rojan li baregeha Civata serkirdatiya Partî ya li Kerkûkê hatine bicîh kirin, ku ji piştî bûyerên 16 Oktoberê hatiye dagîrkirin.
Nûçegîhanê Kurdistan24 ragihand jî, ew lîwa dê dosya ewlekarî ya bajêr werbigre, û dê erkê hêzên dijeteror, ku ji piştî 16ê Oktoberê ve li bajêrin bi dawî dibe, û bajêr bicîh bihêlin.
C.B