Şîeyên Iraqê li dijî Trump derdikevin
Aliyên Şîeyên Iraqê derbarê daxuyaniya Serokê Amerîka ya bikaranîna xaka Iraqê bo çavdêriya çalakiyên Îranê de tekez dikin, rê nadin Amerîka Iraqê ji bo çavdêriya Îranê bikar bîne. Herwiha grûpeke Heşda Şeibî gefa rûbirûbûna Amerîka dixwe heger Amerîka ji Iraqê ve êrîşî ser Îran û Sûriyê bike.
K24 – Navenda Nûçeyan

Daxuyaniya Serokê Amerîka Donald Trump a bikaranîna xaka Iraqê bo çavdêriya çalakiyên Îranê de, tevahiya aliyên Şîe nîgeran kir û ji bo wê mebestê hewl didin bi riya Parlemantoya Iraqê re yasayekê ji bo derkirina hêzên Amerîkî ji Iraqê derbikin.
Serokê Hevpeymaniya Firaksiyona Saîrûn a Parlemantoya Iraqê Sebah Seidî di daxuyaniyekê de daxwaz ji Serokwezîr Adil Ebdilmehdî kir, hemû rênimayên bo kontrolkirina tevgera leşkerî ya Amerîka li wî welatî bigire ber û tekez kir, ew rê nedin Serokê Amerîka û hêzên Amerîkî xaka Iraqê bo êrîşkirina ser Îranê bikar bîne û daxwaz kir firaksiyonên siyasî bi riya projeyasayekê bo derkirina hêzên Amerîkî bikin.
Hevpeymaniya Fetih ku duyem mezintirîn firaksiyona Parlemantoya Iraqê ye û ji piraniya grûpên Heşda Şeibî pêk tê aşkere dike, di çend rojên dahatûyî de Parlemantoyê ji bo dengdana li ser proseyasaya derkirina hêzên Amerîkî ji Iraqê dicive. Herwiha avakirina her binkeyeke leşkerî ji aliyê Amerîka ve li Iraqê jî bi dagîrkirin dizane.
Di çend rojên bûrî de, grûpên di nava Heşda Şeibî gefa rûbirûna Amerîka li Iraqê xwar, di egera her tevgereke leşkerî ya Amerîkî de li dijî Îran û Sûriyê ji ser xaka Iraqê ve.
Herwiha Peyvdarê Hizbulaha Iraqê Cafer Huseynî ragihand, nabe Serokê Amerîka xaka Iraqê jibo êrîşa li ser Îranê bikar bîne.
S. B