Hişyar Zêbarî: Serkirdên Iraqê ji bo razîkirina Îranê di pêşbirkê de ne
Hişyar Zêbarî radigihîne, ji bo razîkirina Îranê, serkirdeyên Iraqê di pêşbirka dana helwestê li dijî daxuyaniya Serokê Amerîka Donald Trump de ne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hişyar Zêbarî radigihîne, ji bo razîkirina Îranê, serkirdeyên Iraqê di pêşbirka dana helwestê li dijî daxuyaniya Serokê Amerîka Donald Trump de ne.
Wezîrê Derve û yê Darayî yê berê yê Iraqê Hişyar Zêbarî di twityekê de nivîsî, serkirdeyên Iraqî ji bo razîkirina Îranê ketina pêşbirka dana helwestê li dijî daxuyaniya Serokê Amerîka Donald Trump.
Serokê Amerîka Donald Trump berî du çend ragihandibû, hêzeke leşkerî li Iraqê dihêlin ji bo çavdêriya Îranê bike. Vê daxuyaniya Trump jî karvedana beşek ji serkirdeyên Iraqê li dû xwe anî.
Di vê çarçovê de, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî daxwaz ji Serokê Amerîka dike, ji axaftinên xwe yên vê dawiyê derbarê hebûna hêzên xwe li Iraqê vegere û red jî kir, ku ti bingeheke serbazî ya Amerîka li Iraqê hebe.
Adil Ebdulmehdî eşkere jî kir, tiştê li Îraqê heye ne binkehên serbazî ye, lê hejmareke rahêner di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê ye û tekez kir, ew di wê derbarê de di gel Amerîka nakok in û axaftinên Trump bê mifa ne û divê jê vegere.
Serokê Hevpeymaniya Firaksiyona Saîrûn a Parlemantoya Iraqê Sebah Seidî di daxuyaniyekê de daxwaz ji Serokwezîr Adil Ebdilmehdî kir, hemû rênimayên bo kontrolkirina tevgera leşkerî ya Amerîka li wî welatî bigire ber û tekez kir, ew rê nedin Serokê Amerîka û hêzên Amerîkî xaka Iraqê bo êrîşkirina ser Îranê bikar bîne.
Hevpeymaniya Fetih ku duyem mezintirîn firaksiyona Parlemantoya Iraqê ye û ji piraniya grûpên Heşda Şeibî pêk tê aşkere dike, di çend rojên dahatûyî de Parlemantoyê ji bo dengdana li ser proseyasaya derkirina hêzên Amerîkî ji Iraqê dicive. Herwiha avakirina her binkeyeke leşkerî ji aliyê Amerîka ve li Iraqê jî bi dagîrkirin dizane.
S. B