Soylu: Me rê neda HDPyiyan bimeşin!

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu daxûyaniyek da û got: Me destur neda, ku Parlamenterên HDP bimeşin. Di cihê xwe de rûniştin!

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu daxûyaniyek da û got: Me destur neda, ku Parlamenterên HDP bimeşin. Di cihê xwe de rûniştin!

Soylu, êriş bi ser oposizyonê de bir û got: Îro Temelli, Kemal û Meral xanim, li gel wan neketin hevpeymaniyê, lê ketin nav dezgeha PKKê û Gulen.

Suleyman Soylu, Oposizyon wek dezgehek Amerika binav kir û got: Ev enî ya ku HDP a PKKê  jî nav de ye, eniya Gulen û Amerikayê ye.

Wezirê Naxweyî yê Tirkiyê got: Me dest danî ser şaredariyan û rayên wan ê terorê me birî, niyet ne xizmet e, lê disa vekirina vê rayê ye.

Soylu, disa gotinên xwe, yên gefxwarin a li hemberî Oposizyonê dubare kir.

Serokomarê Tirkiyê jî, duhî, parlamenterên HDP wek  terorist binav kiribû.

 

 

C.B