Binalî Yildirim dest ji serokatiya Parlamentoyê berda
Namzetê Şaredariya Stenbolê yê Ak Partiyê Binalî Yildirim, dest ji postê serokatiya Parlamentoyê vekişand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Namzetê Şaredariya Stenbolê yê Ak Partiyê Binalî Yildirim, dest ji postê serokatiya Parlamentoyê vekişand.
Serokê Parlamentoya Tirkiyê Binalî Yildirim daxwaznameya xwe ya dest ji vekişandina Serokatiya Parlamentoyê îmze kir. Heta hilbijartina serokekî nû, Parlamenterê MHPê Celal Adan bû Wekîlê Serokê Parlamentoyê.
Binalî Yildirim, li Parlamentoya Tirkiyê bi merasîmekê cihê xwe da Celal Adan.
Yildirim, beriya du mehan wek namzetê AK Partî bo şaredariya Stenbolê hatibû diyarkirin. Partiyên dijber jî rexneyên tund li Binalî Yildirim girtibûn ku digel bûye namzetê şaredariyê dest ji postê Serokatiya Parlamentoyê bernade.
Binalî Yildirim jî beriya heftiyekê dabû xuyakirin, dema namzetbûna wî bi awayeke fermî were ragehandin, ewê dest ji postê vekişîne.
S. B