Serdozgeriya Tirkiyê biryara binçavkirina 101 efseran da

Serdozgeriya Tirkiyê derbarê 101 efserên Artêşa Tirkiyê de bi tometa endamtiya Cemaeta Gulen biryara binçavkirinê da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Tirkiyê derbarê 101 efserên Artêşa Tirkiyê de bi tometa endamtiya Cemaeta Gulen biryara binçavkirinê da.

Serdozgeriya Tirkiyê, derbarê 67 efserên erkdar, bi giştî 101 efserên pilebilind de biryara binçavkirinê da. Tê gotin, 101 efserên Hêzên Bejahî yên Artêşa Tirkiyê, endamên rêxistina Gulen in.

Bi fermana serdozgerî, hêzên ewlekariyê li 12 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dest bi operasyonê kir. Li gor agahiyan gelek efser hatine binçavkirin.

Piştî hewldana derbeya serbazî ya 15 Tîrmeha 2016'ê, zêdetir ji 50 hezar kes bi tometa endamtiya Cemaeta Gulen hatine girtin ku piraniya wan efser, polîs û fermanberên dewletê ne.

 

S. B