Zimannas: Divê zimanê Kurdî li dibistanan ferz bikin

HAK PAR'ê li ser girîngiya zimanê Kurdî konferansek li dar xist.

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, li ser girîngiya Zimanê Kurdî konferansek hat lidarxistin. Di konferansa li ser Zimanê Kurdî de bang li Kurdan hat kirin ku Kurd li her sazî û dezgehên fermî bi zimanê xwe biaxivin û li qada fermî zimanê xwe bidin ferzkirin. Bangek jî ew bû ku hemû Kurdên li Bakur dijîn; xwedî li dersa hilbijartî ya Kurdî derkevin da ku pêşî li perwerdehiya bi Zimanê Kurdî vebibe.

Di çarçoveya 21'ê Sibatê, Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê de Partiya Maf û Azadiyan Hak Par'ê, li ser Zimanê Kurdî konferansek li dar xist. Konferans ji aliyê nivîskar û lêkolînerên Zimanê Kurdî ve hat rêvebirin. Giraniya mijarên konferansê; li ser zaravayê pirsgirêkên li pêşiya Kurmancî û Zazakî ango Dimilî bû.  Cîgirê Serokê Giştî yê Hak Par'ê Sedat Çinar da zanîn ku di rêziknameya Hak Par'ê de yek ji xalên bingehîn Zimanê Kurdî ye û ew ê wekî partî hewil bidin ku xebatên ji bo Zimanê Kurdî zêdetir bikin.

Cîgirê Serokê Giştî yê Hak Par'ê Sedat Çinar ji K24ê re got: "Bername û rêziknameya me wisa ye. Em dibêjin hewce ye ku Kurd bi girseyî daxwaza zimanê xwe bikin. Hewce ye ew jî daxwazên xwe bînin zimê; em xebatên xwe dikin lê tenê bi partiyê nabe, ev ne karekî partiyekî tenê ye"

Di konferansê de xebatên ji bo zaravayê Zazakî jî hatin parvekirin û ji aliyê lêkolînerên vê zaravayê ve gazinc li civaka Kurmancan jî hat kirin ku piraniya Zazayên li bakûr bi Kurmancî dizanin lê Kurmanc hewil nadin ku Zazakî fêr binin lewra li gorî lêkolîneran; ev yek dibe sedema qelsbûna zaravayê Zazakî. Yek ji axaftvanê konferansê, lêkolîner û zimannasê Kurd Hamît Kiliçaslan bû. Kiliçaslan da zanîn ku xebatên ji bo Zimanê Kurdî li bakur kêm bûne û ya girîng ew e ku xebatên ji bo belavkirina hişmendiya Zimanê Kurdî werin zêdekirin.

Zimannas Hamîd Kiliçaslan dibêje: "Tenê Bakurî na, divê Başûr, Rojava û Rojhilat jî; di destpêkê de elfabeyeke hevpar hebe. Di destên min de hinek nivîsên bi Soranî hene, ji ber ku bi tîpên latînî ne, ez baş fêm dikim. Lê dema bi tîpên Erebî be, ez nizanim bixwînim. Dibe ku ew jî nizanibin bi tîpên Latînî bixwînin. Li gorî baweriya min, ew tiştê ku me nêzîkî hev bike; divê di Kurmancî de alfabeyeke me ya hevpar hebe û xebatên bi vî awayî jî li seranserê wêlêt bên belavkirin."

Di konferansa ku bi rêya pêşkêşî û pirs û bersivan hat rêvebirin de du daxwaz derketin pêş. Daxwazek jê li her qada jiyanê Zimanê Kurdî were bikaranîn û hewil bê dayîn ku Zimanê Kurdî li ser qada fermî were ferzkirin. Daxwaza duyemîn jî ew bû ku ji bo xwedîderketina li Zimanê Kurdî; malbatên Kurd jî bi rêya zarokên xwe zaravayên Kurmancî û Zazakî li dibistanan ferz bikin û di her şert û mercî de qeyda zarokên xwe ji bo dersên hilbijartî çêbikin.