Erdogan: Pêvajo di keşeke erênî de berdewam dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, pêvajoya aştiyê ya ku wekî "Tirkiyeya bê teror" pênase dikin, li gorî plansaziyê birêve diçe û ew ê rê nedin ti hewildanên têkderane.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan duh 29ê Nîsanê di civîna koma partiya xwe li Parlamentoyê de, li ser pêşhatên dawî yên "pêvajoya aştiyê" axivî. Erdogan tekez kir, çareserkirina vê kêşeyê ji bo geşbûna aboriya welat û serkeftina projeya "Sedsala Tirkiyeyê", xaleke sereke ye.

Erdogan herwiha got: "Tirkiye, bêyî ku ferqa Kurd, Ereb, Tirkmen û Farsan bike, bi hemû birayên xwe yên li herêmê re li ser bingeha dîrok û pêşerojeke hevpar hewl dide hembêzkirinekê pêk bîne. Em ê rê nedin kesên ku dixwazin biratiya me bikujin."

Erdogan bal kişand ser zirara aborî ya pevçûnên salên dirêj û diyar kir, heta niha lêçûna vê kêşeyê ji bo aboriya Tirkiyeyê zêdetirî 2 trîlyon dolarî bûye. Herwiha destnîşan kir, bi dawîbûna vê pirsgirêkê re, dê astengiyên herî mezin ên li pêşiya pêşketina welat werin rakirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê aşkera kir, tevî hemû hewildanên astengkirinê, pêvajoya wan ev 18 meh in berdewam dike. Erdogan got ku bi pejirandina rapora "Komîsyona Aştiyê ya Parlamentoyê" re, ew gihîştine qonaxeke nû û werçerxaneke hestiyar ku pêdivî bi hevkarî û piştgiriya hemû partiyên siyasî heye.

Erdogan rexne li wan aliyan girt ku "senaryoyên reşbîn" derbarê pêvajoyê de belav dikin û got: "Keşeke erênî heye û pêvajo wekî ku pêdivî ye bi rêve diçe. Em ketine rê daku dawî li serdestiya çekan bînin û qada siyaseta sivîl û demokratîk bihêztir bikin."

Di dawiya axaftina xwe de, Erdogan bal kişand ser aliyê mirovî yê pêvajoyê û got: "Armanca me ew e ku nifşên dahatû û zarokên me êdî wan êş û berdêlên giran ên rabirdûyê nedin. Em dixwazin Tirkiyeyeke ku pêşeroja wê geş be ava bikin."

Ev daxuyaniyên Erdogan wekî piştrastkirina berdewamiya pêvajoyê û biryardariya ji bo gihîştina bi encameke yasayî û mayînde têne nirxandin.