HSD 280 dîlên DAIŞî radestî Iraqê dike
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 280 dîlên DAIŞê yên Iraqî û biyanî radestî Iraqê kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 280 dîlên DAIŞê yên Iraqî û biyanî radestî Iraqê kirin.
Artêşa Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, HSDê di çend rojên bûrî de 280 çekdarên DAIŞê ku wek dîl di destê wê de bûn, radestî Iraqê kirin, di nava wan de 14 çekdar ji regeza Fransî û 6 çekdar ji regezên Erebî hebûn.
Li gor serkirdeyekî artêşa Iraqê ku ji ajansa “Reuters” re ragihandiye, HSDê roja 21ê vê mehê 150 çekdar û duhî jî 150 çekdarên DAIŞê radestî wan kirine.
Li gor heman jêderê, ev yekem operasyona radestkirina dîlên ne Iraqî bo Iraqê ye. Lê ta niha nayê zanîn, ew dîlên DAIŞî dê li Iraqê bimînin yan na.
Li gor zanyariyan, HSDê dê 502 çekdarên DAIŞê li ser çend daneyan radestî Iraqê bike.
Demek e Fermandariya HSDê û Rêveberiya Xweser dibêje, hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê di zîndanên wan de girtî ne û bang li welatên cîhanê dike ku her welatek çekdarên ku hevwelatiyên wan in werbigirin û li welatên xwe bidin dadgehan.
S. B