Tirkiye: Xwendevan jiber xerabiya aborî dest ji zanîngehê berdidin

Li Tirkiyê hejmara xwendekarên ko dest ji zanîngeha xwe berdidin ji sedî 92 zêde bûye

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê hejmara xwendekarên ko dest ji zanîngeha xwe berdidin ji sedî 92 zêde bûye.

Li gor amarên Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê di nava 5 salên dawî de milyonek û 115 hezar kes dest ji zanîngeha xwe berdan e û perwedehiya xwe dane sekinandin.  Di sala 2017an de 212 hezar kes dest zanîngeha xwe berdabûn. Ev hejmar di sala 2018an de ji sedî 92 zêde bûye û gihiştiye 408 hezar kesan.

Yek ji wan sedemên, ko xwendekar dest ji zanîngeha xwe berdidin pirsgirêkên aborî ne.

Herweha ligor rapirsiyan hejmarek zêde akademisyen ji Tirkiye derdikevin, li welatên Ewrûpa û Amerika bicîh dibin.

 

 

C.B