Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!

Peyvdara Wezareta Derve ya Rusya Maria Zaxarova got: Ew peymanên me li gel Tirkiyê îmzekirin e, nayê wê wateyê ku, heta hetayê dê berdewam bin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdara Wezareta Derve ya Rusya Maria Zaharova got: Ew peymanên me li gel Tirkiyê îmzekirin e, nayê wê wateyê ku, heta hetayê dê berdewam bin.

Zaharova da zanîn: Li gorî peymana Soçî, pêwîstbû gelek biryar werin bicîh kirin, lê ev peyman ne hatine bi cîh kirin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rusya got: Di derbarê İdlibê de Tirkiyê soz dabû, ku grubên terorist bêçek bike û li deverek aram bi cîh bike. Lê heta niha ev yêk pêk nehatiye û grubên terorist  piranîya Idlibê kontrol dikin.

Derbarê Soçî, Zaxarova got, ev peyman nayên wê wateyê ku heta hetayê, dê berdewam bin.

 

 

 

C.B