Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Peyvdara Wezareta Derve ya Rusya Maria Zaxarova got: Ew peymanên me li gel Tirkiyê îmzekirin e, nayê wê wateyê ku, heta hetayê dê berdewam bin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdara Wezareta Derve ya Rusya Maria Zaharova got: Ew peymanên me li gel Tirkiyê îmzekirin e, nayê wê wateyê ku, heta hetayê dê berdewam bin.
Zaharova da zanîn: Li gorî peymana Soçî, pêwîstbû gelek biryar werin bicîh kirin, lê ev peyman ne hatine bi cîh kirin.
Berdevka Wezareta Derve ya Rusya got: Di derbarê İdlibê de Tirkiyê soz dabû, ku grubên terorist bêçek bike û li deverek aram bi cîh bike. Lê heta niha ev yêk pêk nehatiye û grubên terorist piranîya Idlibê kontrol dikin.
Derbarê Soçî, Zaxarova got, ev peyman nayên wê wateyê ku heta hetayê, dê berdewam bin.
C.B