DAIŞ plana êrîşkirina ser 11 deverên Iraqê datîne

Berpirs û çavdêrên Iraqî hevnerîn in ku hebûna DAIŞê wek aliyekî bi bandor û xwedî desthilat li çend navçeyên Iraqê wek sala 2014an nabe, lê di heman demê tekez dikin, ew wek rêxistineke terorî karîna wan heye êrîşên terorî encam bidin û wek Qaidê kar bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirs û çavdêrên Iraqî hevnerîn in ku hebûna DAIŞê wek aliyekî bi bandor û xwedî desthilat li çend navçeyên Iraqê wek sala 2014an nabe, lê di heman demê tekez dikin, ew wek rêxistineke terorî karîna wan heye êrîşên terorî encam bidin û wek Qaidê kar bikin.

Di çend rojên bûrî de, berpirsên Iraqê tekez kirin ku serkeftina yekcarî li ser DAIŞê pêk nehatiye û hîna erkekî mezin li dijî wê rêxistinê maye ku bê kirin. Yek ji wan jî Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî ye. Herwiha hejmarek ji berpirsên Kurd û Iraqî jî di wê baweriyê de ne ku serkeftina li ser DAIŞê temam nebûye.

Di wê derbarê de, berpirsekî ewlekariyê di Wezareta Navxwe ya Iraqê de ji rojnameya “alaraby.co.uk” re ragihand, hîna şerê li dijî DAIŞê bidawî nebûye û serkirde û fermandarên Wezareta Navxwe ya Iraqê wê yekê baş dizanin. Ji ber ku hîna şanên nivistî yên DAIŞê mane û bi xewna vegerandina “dewleta xîlafetê” ne. Di heman demê de, îdareya xirap a çendîn bajar û bajarokên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û nebûna hevkariyê ji aliyê welatên cîran jî sedemên din ên mana DAIŞê ne.

Herwiha got, serkirdeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya Amerîka rêbertiya wê dike, di çend mehên bûrî de Adil Ebdilmehdî û Serokomarê Iraqê agahdar kirin ku zanyarî ketine destê wan diyar dikin ku DAIŞ dixwaze êrîşî 11 bajar û navçeyên Iraqê bike ji wan navçeyan (Geliyê Horanê, rojhilatê Xurmatûyê, Hewîce, Diyale, Rumadî, Noxîb û Sersar) in. Lê Serokwezîrê Iraqê ti karekî pêwîst bo rêgirtina gefa DAIŞê nekiriye.

Ew jêderê ji Wezareta Navxwe ya Iraqê dibêje, lê DAIŞ bi awayê ber şer nake, belkû awayê çalakiyên Qaidê digire ber, dê bombeyên vedayî û otombîlên bombekirî bikar bîne û herwiha xelkê sivîl birevînin û tirsê têxê nava milet. Ji ber wê jî, ji niha ve divê welatî heger çi zanyarî li ser tevger û şanên nivistî yên DAIŞê hebin, bilez hêzên ewlehiyê agahdar bikin, ji bo rê li çalakiyên terorî yên wê rêxistinê bên girtin.

Di du hefteyên bûrî de, bûyerên revandina bidehan kesên sivîl li navçeya Sersar a ser bi Enbarê ve, Hemrîn li Kerkûkê û Cezîre li Neynewayê, tirs xistiye nava xelkê wan navçeyan, ku DAIŞ wek sala 2014an vegere û navçeyên wan rûbirûyî şer û nearamiyê bibin. Ligel wê jî grûpên din jî bêne ser xetê û bi ewlehiya wan navçeyan têk bidin û karvedanên taifî yên tund encam bidin.

     

S. B