Akar: Tiştên di bangeşeya hilbijartinê de tên gotin, demkî ne!

Serokê berê yê şaxa Diyarbekrê yê AK Partî Mhemed Dara Akar ji Kurdistan24 re diyarkir, ku bikaranîna pêgeha Kurdistanê, anîna ziman a ku Kurdistan li Tirkiye nîn e, wekî propagandayek di bangeşeyê de tê bikaranîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê berê yê şaxa Diyarbekrê yê AK Partî Mhemed Dara Akar ji Kurdistan24 re diyarkir, ku bikaranîna pêgeha Kurdistanê, anîna ziman a ku Kurdistan li Tirkiye nîn e, wekî propagandayek di bangeşeyê de tê bikaranîn.

Akar anî ziman, ku aloziya di navbeyna Enqere û Waşington de di gelek babetan de ne. Hebûna Cemaeta Gulen û Serokê wê Fethullah Gulen yek ji aloziyên sereke ye. Hevdîtin di navbeyna Tirkiye û Amerika de pêk tên, lê diyar e encam nadin.Problem gelek in û muhim in û xûya ye di demek kin de çareseriya wan zehmet e.

Akar got: Rewşa girêdayî rojhilatê Firatê, jib o Tirkiye rewşek taybet û metirsîdar e. Jib o ku Tirkiye pirrçek kirin a PYD ji xwe re wekî metirsî dibîn e.

Liser dilgiraniya Kurdan, ku Erdogan di bangeşeya hilbijartinan tîne ziman, ku Kurdistan li Tirkiye nîn e. Ligor Akar, ev yek di kelecana hilbijartinan de hatiye gotin.

Akar diyarkir, ku bawer dike piştî hilbijartinê babet zêdetir bi sikunet dê bên nirxandin. V babetên di bangeşeya hilbijartinan de tên gotin, ne mayinde ne, lê demkî ne!

 

Fly Erbil Advertisment