Newroz li Efrînê hat qedexekirin
Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, îsal aheng, vêxistina agir û pîrozkirina cejna Newrozê hat qedexekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, îsal aheng, vêxistina agir û pîrozkirina cejna Newrozê hat qedexekirin.
Li gor daxuyaniyekê ku îmzeya Serokê Encûmena bajarokê Mabata li bin e û bi herdu zimanên Erebî û Tirkî hatiye belav kirin, tê de ragihand, li Efrînê aheng û pîrozbahiyên Newrozê qedexe ne û roja 21ê Adarê dewama li dezgehên fermî asayî ye û betlane nîn e.
Herwiha daxuyaniyê diyar kir jî, vêxistina agir di şeva 20ê Adarê jî qedexe ye. Herwiha birêvebirina meş û xwepêşandan jî qedexe ne.
Derketina vê daxuyaniyê piştî wê yekê tê, di çend rojên berê de hin daxuyaniyek bi navê 7 encûmenên sivîl ên Efrîn û navçeyan hatibû belavkirin, tê de hatibû cejna Newrozê li gelê Kurd û Efrînê pîroz kir û roja 21ê betlaneya fermî ragihandibû. Got jî: Xelkê Efrînê azad e derkevin sirûştê û Newroza xwe pîroz bikin.
Li gor zanyariyên K24ê, piştî derketina daxuyaniya pîrozbahiya Newrozê, îstixbarata Tirkiyê ew daxuyanî red kir û her cure aheng û pîrozbahiyên Nawrozê qedexe kirine.


S. B