Soylu: Amerika PKK dijî Tirkiye bikar tîne
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu tekez dike: Amerîka PKKyê dijî Tirkiyê bikar tîne...
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu tekez dike: Amerîka PKKyê dijî Tirkiyê bikar tîne.
Suleyman Soylu di çarçoveya banegeşeyên hilbijartinê de serdana bajarokên Dihê û Berwariyê ya bi ser Sêrtê kir û ragihand: Ya ko PKKyê birêve dibe Amerîka ye. Amerîka ji bo Tirkiye nebe welatek bihêz, PKKyê bikartîne.
Wezîrê Navxweyî careke din rexne li HDPyê jî girt û da zanîn, ko PKK perestgehê HDPyê ye û divê welatî dengê xwe nedin HDPyê.
C.B