El-Wehdê liser rewşa Efrîne nameyek arasteyî Neteweyên Yekgirtî kir
Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê El-Wehdê daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî dike, komîteyek derxistina rastiyan bişîne Efrînê û lêkolînê liser binpêkirinên Artêşa Tirkiyê bike
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê El-Wehdê daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî dike, komîteyek derxistina rastiyan bişîne Efrînê û lêkolînê liser binpêkirinên Artêşa Tirkiyê bike.
Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan belav kir, ku Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê El-Wehdê di nameyekê de ji bo Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Komisyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî derbarê dagîrkirina Tirkiyê ji Efrînê re û binpêkirinên ku çêbûn e û çêdibin hêvî xwest, ku Komîteyek dîvçûna rastiyen bişînin Efrînê û lêkolînek hûr ji rewşa navçeyê re, bike.
Her li gorî jêdera navborî ku El-Wehdê daxwaz ji Civata Mafê Mirovan, Desteya Neteweyên Yekgirtî û Civata Asayişa Navdewletî kiriye, ku rewşa mirovî ya xelkê Efrînê baş bike, binpêkirinan rawestîn e, û derbasbûna Tirkiyê ji bo Efrînê bi dagîrkirin binav bike. Herweha bihêle, ku Tirkiyê wek welatek dagîrker li gorî yasa û peymanên navdewletî kar bike.
C.B