PDK-T: Di Newroza îsal de dê rengê Kurdistanî bêhtir li pêş be

Ji ber tifaqa bi HDP'ê re di Newroza îsal de dê rengê Kurdistanî zêdetir derkeve pêş.

 

K24 – Diyarbekir

Partiyên siyasî yên Kurdî, amadekariyên Cejina Newrozê ya Diyarbekirê nirxandin. Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê Mehmet Emîn Kardaş got; ji ber tifaqa bi HDP'ê re di Newroza îsal de dê rengê Kurdistanî zêdetir derkeve pêş. Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîs a Kurdistanê PSK'ê Bayram Bozyel jî got; li bajarên ku me namzedên serbixwe nîşan dane, em ê li hemûyan şahiyên Newrozê li dar bixin.

Amadekariyên Newroza 2019'an, li Diyarbekirê bi hemû leza xwe didomin. Li qada Newrozê ya Diyarbekirê hefteyek e ku 40 kes amadekariyên teknîkî bi rê ve dibin. Ji bo ewlehiya welatiyên ku beşdarî Newrozê bibin, dê têketina qadê di şeva 20'ê Adarê de were qedexekirin da ku bergirên ewlehiyê werin girtin. Ji bilî amadekariyên teknîkî; amadekariyên din jî hatine tekûzkirin. Ji bo Newroza 2019'an, ji bo ku li mezintirîn şahiya Kurdan werin libakirin; 2000 alên Kurdistanê hatine amadekirin. Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê Mehmet Emîn Kardaş got; dê rêngê Kurdistanî di vê Newrozê de zêdetir be.

Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş ji K24ê re wiha axivî: "Armanca me ew e ku em jî nihek xizmeta gelê xwe bikin, em jî tevlî xebatan bibin. Em hemû bi hev re me biryar da ku em Newroza îsal bi hev re di nav hev de pîroz bikin û peyameke xweş bidin gelê xwe. Ez bawer dikim ku ev Newroz dê bi dilxweşî û bi kêfxweşî derbas bibe û dê ji Newrozên borî bêhtir şah bibe."

Ji bo Pîrozbahiya Newrozê, di nav kolanên bajêr de jî anons tên kirin; bernameya Newroza Diyarbekirê tê vegotin û bi navbeynkariya stran û awazên Kurdî, welatî ji bo roja 21'ê Adarê tên vexwendin. Partiyên ku di nav tifaqa HDP'ê de cih digirin, dê şahiya îsal a Newrozê bi hev re pêşwazî bikin. Lê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), ji ber tifaqa xwe ya Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî, dê bi hev re şahiyên Newrozê li dar bixin. Li gorî Cîgirê Serokê Giştî yê PSK'ê Bayram Bozyel radigihîne; dê li bajarên ku lê namzedên xwe nîşan dane; şahî werin lidarxistin.

Cîgirê Serokê Giştî yê PSK'ê Bayram Bozyel got: "Em jî wekî PAK û PSK ku di bin navê Tifaqa Welatperwer û Demokratîk de dikevin hilbijartinên herêmî,em ê li Diyarbekir, Êlih, Mûş û Qoserê şahiyan li dar bixin. Dê şahiyên me di holan de werin kirin, lewra wisa ji bo me guncavtir e."

Ji ber ku xebatên bangeşiya Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adarê û Cejina Newrozê rastî hev hatin; HDP mitînga xwe ya Diyarbekirê, bi Newroza Diyarbekirê re kir yek û dê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Perwîn Bûldan bi dirûşima; "Em ê Teqez Bi Ser Bikevin" bang li beşdaran bike. Dîsa dê serokên partî û rêxistinên Kurdî jî di bernameyê de wekî axaftvan cih bigirin.