Li Îzmîr û Edenê 22 rêveber û alîgirên HDPê hatin binçavkirin
Li Tirkiyê li bajarên Îzmîr û Edeneyê 22 rêveber û alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin binçavkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê li bajarên Îzmîr û Edeneyê 22 rêveber û alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin binçavkirin.
Sedozgeriya Komarê ya Edeneyê bi hinceta ku bangeşeya PKKê kirine fermana destserkirina 12 kesan da di nava wan Hevserokê Edeneyê yê HDPê Gûlseren Turhan jî heye.
Di encama operasyona asayîşê de digel Hevserokê Edeneyê yê HDPê 12 endam û rêveberên HDPê hatin desterkirin. Herwiha polîsan bi ser avahiyên HDPê yên Edene û bajarokê Seyhanê de jî girtin û lêgerîn kirin.
Li bajarê Îzmîrê jî li ser fermana serdozgeriyê 10 kes bi tohmeta ko pêwendiyên wan bi PKK û KCKyê re hatin desteserkirin.
S. B