Nêçîrvan Barzanî: Li benda wê rojê ne ku çewisandina gelê Kurd bi temamî raweste

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de bi boneya hatina cejna Newrozê û sersala Kurdî radigihîne, “Hêvîdar im geş û xweşî bi ser dilê yek bi yekê welatiyên Kurdistanê de jî were û bi ser doza me ya siyasî û rewşa aborî û civakî û hemû rûyên din ên jiyana we yên xweştivî de reng vede.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nêçîrvan barzanî tekez dike, merca me ev e ku Kurdistan biser bikeve, me rêyeke dûr û dirêj derbas kiriye û kêm maye, me gellek qurbanî dane û divê em bigihin roja xwe, em çawan ku ji xwe re bexteweriyê dixwazin, ji xelkê din re jî heman hêviyê dikin, bi taybetî ji bo gelê Iraqê yê bira, Herêma Kurdistanê wek bira beşeke rasteqîn ji Iraqê ye û destûra welat biryara wê yekê daye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de dibêje: Li benda wê rojê ne ku çewisandina gelê Kurd bi temamî raweste û hemû alî bi mafdarî, yeksanî, biratî û tebayî bijîn.

Nêçîrvan Barzanî radigihîne jî, Newroz e, divê ji îro ve em dest bikin bi arambûnê, şerê me yê berevaniyê li hember hovîtiya DAIŞê, bi serkeftinê bi dawî bû, vejîna rewşa aborî jî dest pê kir û ber bi asayîbûnê ve pêngavan davêje.

S. B