K24 ji zar devê kesûkar ên qurbanî yên bûyer a Qayexê zanyarî yên nû belav dike

Evro kesûkar ên qurbavnî yên bûyer a wergerran a qayexê di rûbar ê Dicle da behs a wê karesatê dikin ku duhî li mûsil bû eger a xinkandin a hijmarek a zor ji hevwelatîyan.

K24- Mûsil

Evro kesûkar ên qurbavnî yên bûyer a wergerran a qayexê di rûbar ê Dicle da behs a wê karesatê dikin ku duhî li mûsil bû eger a xinkandin a hijmarek a zor ji hevwelatîyan.

Yek ji kesûkar ên qurbanyan bi Kurdistan24 re ragehand, şeş kes ji malbat a min bê soraxin, ka hikumet ka parêzgar û rêveber ê polîsan?! Erê karesat ji vê mezintir heye? Çima berpirs ên hikumetê li vir nîn? Xelk çi bike?!

Nûçegihanê Kurdistan24 li Mûsilê ragehand: heya niha 106 term hatîne vedîtin û 40 hevwelatî jî hatîne rizgarkirn û bi dehan jî heya niha term ên wan nehatîne vedîtin.

Yekê din ji kesûkar ên qurbanîyan behs a wê yekê kir ku term ên nigrobûyan avê birine û gehiştîne Tikrît, Samerra û geyare.

Yek din ji kesûkar ên Qurbanîyan nimûne ya serok wezîr a Nîyozlendayê xist berçav û got: heya dawîyê li gel kesûkar ên qurbanîyan bû, çima serok wezîr ê Îraqê li vir nîne.