Rengê Newroza Diyarbekirê bêhtir Kurdistanî bû

Mijarên ku di Newroza îsal de derketin pêş; çalakiyên greva birçîbûnê, tifaqa bi partiyên Kurdî re û hilbijartinên rêveberiyên herêmî bûn.

 

K24 – Diyarbekir

Newroza 2019'an, li Diyarbekirê bi tevlîbûna girseyeke mezin hat pîrozkirin. Mijarên ku di Newroza îsal de derketin pêş; çalakiyên greva birçîbûnê, tifaqa bi partiyên Kurdî re û hilbijartinên rêveberiyên herêmî bûn. Di şahiya ku bi axaftinên siyasetmedarên Kurd û stranên hunermendan derbas bû de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Perwîn Bûldan bang li rayedarên dewlet û hikûmetê kir ku dengê çalakgerên birçîbûnê bibihîzin. Her wiha Bûldan got; ev der axa me ye, em tu carî axa xwe naterikînin.

Şahiya Newrozê wekî her salê li Diyarbekirê bi girseyeke mezin hat pêşwazîkirin. Ji gelek bajarên bakur, başûr, Tirkiye û welatên cîran beşdar hebûn. Ji ber ku Newroza îsal rastî Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî hat; li qada Newrozê zêdetir peyamên li hember tayînkirina qeyûman û biryardariya bidestxistina şaredariyan derket pêş. Havseroka Giştî ya HDP'ê Perwîn Bûldan jî Cejina Newrozê li Diyarbekirê pîroz kir. Bûldan di xîtaba ku ji beşdaran re kir de bal kişand ser gotinên Serokomarê Tirkiyeyê û got; em welatê xwe naterikînin.

Di Newroza îsal de mijarek çalakiyên birçîbûnê bû. Lewra Parlementera HDP'ê Leyla Guven di roja Newrozê de 134 roj bû ku çalakiya xwe didomand. Hersê parlementerên HDP'ê yên ku ji 3 û 8'ê Adarê ve wekî Leyla Guven çalakiya birçîbûnê ya bê dem û dorveger dikin jî derketin pêşberî xelkê û nameya Leyla Guven a ji bo beşdarên Newrozê, ji aliyê wan ve hat xwendin.  Sermijareke din a Newroza Diyarbekirê jî Tifaqa HDP'ê ya bi 6 partî û rêxistinên Kurdî re bû. Di dema axaftinên siyasetmedaran de hemû serok û nûnerên Partiyên Kurdî jî derketin ser dike û xîtabî girseyê kir. Parlementera HDP'ê ya Diyarbekirê Salîha Aydenîz jî da zanîn ku tifaqa siyasetmedarên Kurd, Newroza îsal watedartir kir.

Parlementera HDP'ê ya Diyarbekirê Salîha Aydenîz ji K24ê re got "Em di demeke girîng de Newrozê pîroz dikin. Li hêlekê çalakiyên birçîbûnê hene, li hêlekê pêkutî zêde hene. Lê em dikarin bibêjin ku Gelê Kurd bi daxwaza azadî û aştiyê, bi sedhezaran Kurdistanî, qada Newrozê tijî kir."

Her sal di şahiya Newroza Diyarbekirê de Ala Rengîn, li ser destan dihat gerandin. Di Newroza îsal de jî Ala Rengîn bi destên jin û ciwanan hat libakirin û hem ji ber tifaqê hem jî ji ber zêdebûna hestên yekgirtina Kurdan, rengê Newroza Diyarbekirê bêhtir Kurdistanî bû. Serokê Partiya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê Mehmet Emîn Kardaş jî got; moralê xelkê ji ber vê tifaqê gelek bilind bûye.

Serokê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş got: "Siyasetvan û rêxistinên Kurdan û Gelê Kurd, ji bo ku bi hev re hevkariyekê bikin û li xwe û axa xwe û li welatê xwe xwedî derkevin, bikaribin êdî bi hev re tifaqên siyasî û stratejîk bikin. Em hêvî dikin ku ev bibe gavek. Peyama min jî ji bo hemû siyasetmedarên Kurd ew e ku êdî bi çavekî xweşbîn li hev binihêrin."

Peyamên Newroza 2019'an li Diyarbekirê; Hilbijartinên Rêveberiyên herêmî, Çalakiya 7 hezar girtiyên li 130 girtîgehên bakûr û Tirkiyeyê û Tifaqa bi Partiyên Kurdî re bû. Di axaftinên hemû siyasetmedaran de jî daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd hat kirin û Dirûşima îsal; "Em ê teqez bi ser bikevin" bû û Newroza îsal jî diyariyê Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven hat kirin. Newroza ku bi sedhezaran kes tevlî bû; bi stranên Kurdî hat bidawîkirin. Derhênera Kurd Lîsa Çalan a k udi 5'ê Nîsana 2015'an de di dema teqîna mitînga Diyarbekirê de herdu lingên wê jê bûbûn  jî li ber stranên Kurdî govend gerand.