Kiliçdaroglu: Erdogan Kurdan wekî dijmin dibîne
Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel CHP Kemal Kiliçdaroglu dibêje: Erdogan Kurdan wekî dijmin dibîn e
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel CHP Kemal Kiliçdaroglu dibêje: Erdogan Kurdan wek dijmin dibîn e.
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li hemberî daxuyaniyên Erdogan ku gotibû: "Eger namzetê Enqerê yê CHPê Mansur Yavaş serbikeve ew dê qeyyum deyne şuna wî" bersiv da.
Kiliçdaroglu da zanîn: Erdogan dixwaze bi gefan, kîn û nefretê welat birêve bibe.
Serokê CHPê got: Kurd kirin dijminê vî welatî û dijminahiyek mezin li hemberi Kurdan dike. Ev ji bo welatê me, xeteriyek gelek mezin e.
Pêwist e çi cewazî di navbeyna welatiyên Kurd û Tirk de nebe, em rêzê ji hemû nasname, ayinan, reng û dengan digrin.
Serokê CHP got: Erdogan ji bo ku dengan bidest bixe, hemû kiryarên xerab dibêje û dike.
C.B