Erdogan, nerazîye ji gotina (mafên mirovan û demokrasî li Tirkiyeyê bipaş ketiye)

Li Wanê Partiya Edalet û Geşepêdanê Ak-Partî, mitînga xwe ya hilbijartinên hermî ku dê di 31'ê Adarê de, li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê bên kirin, bi beşdariya Serokê Giştî yê Ak-Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan lidarxist. Erdogan di axaftinên xwe de, diyar kir ku ew ji bo xizmet, avakirin û sazûmaniyê dixebitin, lê bereya li hemberî wan bi zimanê têkbirinê diaxfin.

K24- Wan

 Li Wanê Partiya Edalet û Geşepêdanê Ak-Partî, mitînga xwe ya hilbijartinên hermî ku dê di 31'ê Adarê de, li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê bên kirin, bi beşdariya Serokê Giştî yê Ak-Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan lidarxist. Erdogan di axaftinên xwe de, diyar kir ku ew ji bo xizmet, avakirin û sazûmaniyê dixebitin, lê bereya li hemberî wan bi zimanê têkbirinê diaxfin.

 Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî Ak-Partiyê Recep Tayîp Erdogan ji bo mîtînga Wanê di 26'ê Adarê li Wanê bû. Erdogan di peyamên xwe de, dîsa rakêşî, alozî û pirsgirêkên ku li Tirkiyeyê rûdidin, wek leystik û destwerdanên ji derveyî Tirkiyeyê sedem nîşan da û anî ziman ku li heremê jî sedema aloziyan PKK ye. Erdogan partiyên opoziyonê jî wek destik û piştgirên rêxistinên terorî û xêrnexwazên Tirkiyeyê tawanbar kir û ragihand ku ew tenê ji têkbirinê behs dikin, lê Ak-Partî ji bo avakirin û sazimaniyê xizmet û polîtiqayan dimeşîne.

 Serokê Şaxa Rêya Ermûşê yê Ak-Partiyê Vesîm Yavîç jî, ji bo Kurdistan24ê ragihand ku 3 meh e ew li tax û kolanan, di nav gel de ne û dixwazin bi destveanîna rêvebiriyên şaredariyan xizmetên baş bikin. Yavîç diyar kir ku hevpeyamniya bi Partiya Bizava Nijadperestî MHP'ê re, li heremê hin nerihetiya peyda dike, lê ewê wek partî piştî hilbijartinan, ji bo berfirehkirina mafên mirovan û demokrasiyê polîtîqayên nû bidin meşandin.

Vesîm Yavîç (Serokê Şaxa Rêya Ermûş a Wanê yê Ak- Partiyê ), got:"Ji 3 mehan zêdetir e, em di nav gel de, ji vir jî qesta me, bi hemû welatiyan re mal bi mal em temas datînin. Îro jî Serokkomarê me tê Wanê û hêvîdarim emê jî wî bi geş û coş pêşwazî bikin û bişînin."

 Erdogan di mîtîngê de, nerazîbûn li hember rexneyên ku dibêjin, mafên mirovan û demokrasî li Tirkiyeyê bipaş ketiye û nema ye kir û anî ziman ku her welatî bi mafên xwe yên zagonî dijîn.

 Welatiyan jî hêst û boçûnên xwe yên li ser hilbijartinan ji bo Kurdistan24ê wiha ragihand.

 Sot2- Semîha Karatekîn (Welatî) : "Em vê carê hêvîdarin ku şaredariyan bidestve bînin, îro jî em pêşwaziya Serokkomarê xwe dikin û em ji bo serkeftinê li meydanane. Înşelah emê piştî 31'ê Adarê hêviyên xwe pêkbînin."

 Sot3- Bekîr Abûkan (Welatî) : "Qayiman avêtin ser îradeya vî gelî, înşelah di yekê nîsanê de, bihareke rengîn ji bo hemû gelên bindest destpê bike, emê biserkevin."

 Sot4- Levent Urun (Welatî) : "AKP çi peyam bide jî, derew e,rastî ji deve wan dernakevin û polîtîqaya wan dijmanihî û kuştina Kurda ye li çar perçê Kurdistanê."

 Erdogan beriya Wanê, li Mûş û Agiriyê beşdarî mitîngên hilbijartinê yên partiya xwe bûbû û piştî ku li Wanê serdana Parêzgarê bajêr kir, ji Wanê veqetiya.