Firotin a telefonan li Tirkiye Kembûye

Li gor rapora saziya lêkolînan ya Almanî GfK Temax ya ku li Tirkiyeyê jî lêkolînan dike ,li Tirkiyê li gel zêdebûna bihayê telefonan û kêmkirina taksîdan bazara telefonan di çaryeka dawî ya sala 2018ê de ji %27 kêmtir bûye.Herwiha li gor vê raporê jiber bihabûnê welatiyên Tirkiyê êdî piranî telefonên erzan û yên destê duyê dikirin.

K24-Istanbul

Li gor rapora saziya lêkolînan ya Almanî GfK Temax ya ku li Tirkiyeyê jî lêkolînan dike ,li Tirkiyê li gel  zêdebûna bihayê telefonan û kêmkirina taksîdan  bazara telefonan di çaryeka dawî ya sala 2018ê de ji %27 kêmtir bûye.Herwiha li gor vê raporê jiber bihabûnê welatiyên Tirkiyê êdî piranî telefonên erzan û yên destê duyê dikirin.

 

Li gel daketina nirxê lîreyê Tirkiyê li hember Dolar Û Euro firotina telefona jî li Tirkiyeyê gelekî daketiye. Li gor daneyên saziya lêkolînan ya Almanî GfK Temax ya ku li Tirkiyeyê jî lêkolînan dike ,li Tirkiyê li gel  zêdebûna bihayê telefonan û kêmkirina taksîdan  bazara telefonan di çaryeka dawî ya sala 2018ê de ji %27 kêmtir bûye.Li gor van daneyan welatiyên Tirkiyeyê ji ber zêdebûna bihayên telefonan êdî berê xwe didin telefonên bihayê wan kêm..Hinek telefonfiroşên Stenbolê jî diyar dikin ji ber bihabûnê karê wan gelekî rawestiyayê jiber wê êdî piranî telefonên erzan tên firotin û  telefonên bihayê wan zêde mane destê wan de.

Firoşkarek dibêje:''Dinav welatiyên Tirkiyê de hêza kirînê gelekî daketiye jiber wê niha firotina telefonan jî kêmbûye. Ji xwe piraniya telefonên nû û yên bihayê wan zêde hîç nayên firotin û mane destê me de. Li gor salên borî karê me gelekî kêmbûye û em nizanin  dê piştî niha çawa berdewam bike.''

 

Hinek  telefonfiroş jî dibêjin herçiqes li gor demên borî ew kêmtir telefonan bifiroşin jî  ji ber ku bazara telefonên destê duyê geştir bûye karê wan gelekî ne rawestiyaye.

Firoşkarek dibêje :''Wek hemû tiştan îsal bihayê telefonan jî gelekî zêdebûn  ji ber wê firotina me hinekê kêm bûye.Lê piştî van bihabûnan bazara  telefonên desta duyê geştir bûye û em niha piranî van telefonan difiroşin û karê xwe berdewam dikin. ''

 

Di vê raporê de herwiha  hat ragihandin li tirkiyeyê dahata ji firotina telefonan ji %21 daketiye û  wek hejmar jî telefonên hatîn firotin ji %27 kêmtir bûye. Li gel kêmfirotina telefonan ,kompaniyên berguh û saetên nûjên yên Tirkiyeyê di vê çaryekê de dahata xwe ji %60 zêdetir kiriye.