Bangeşe ya hilbijartinê li kolanen Stenbolê gerim bûye
Bı nêzîkbûna hilbijartina herêmî ya Tirkiyeyê re xebatên partiyan li ser cade û kolanan zêdetir bûye. Li cadeyên navdar yên stenbolê hemû partiyan û namzetên serbixwe standên xwe danîne û ji bo ku dengê welatiyan werbigirin xebatên ku ew bikin ji welatiyan re parve dikin. Digel ku hemû partî sozên cûda cûda didin welatiyan, endamên hemû partiyan diyar dikin eger ew serbikevin ji bo welatiyan xizmetên baştir dê bên kirin ji ber wê ew dixwazin welatî dengên xwe bidin wan.
K24-Istanbul
Bı nêzîkbûna hilbijartina herêmî ya Tirkiyeyê re xebatên partiyan li ser cade û kolanan zêdetir bûye. Li cadeyên navdar yên stenbolê hemû partiyan û namzetên serbixwe standên xwe danîne û ji bo ku dengê welatiyan werbigirin xebatên ku ew bikin ji welatiyan re parve dikin. Digel ku hemû partî sozên cûda cûda didin welatiyan, endamên hemû partiyan diyar dikin eger ew serbikevin ji bo welatiyan xizmetên baştir dê bên kirin ji ber wê ew dixwazin welatî dengên xwe bidin wan.
Ji bo hilbijartina herêmî ya Tirkiyeyê wekteki gelek hindik ma. Bi nêzîkbûna hilbijartinê re jî hemû partî û namzetên serbixwe xebatên xwe li ser kolan û caddeyan zêdetir kirîne. Li piraniya meydanên navdar û qerebalix yên Stenbolê partiyan standên xwe danîne û hewl didin van rojên dawiyê de xwe bigihînin zêdetir mirovan. Di van standan de endamên hemû partiyan bi rêya broşûr û pankartan proje û sozên xwe ji welatiyan re parve dikin û ji welatiyan dixwazin ji bo qenciya xwe dengên xwe bidin namzetên wan.
Azad Saginç-endamê HAKPARê dibêje:''Em dengê kesê naxwazin em dengê Kurdan dixwazin bila dengê me ji me re be.Em di vê hilbijartinê de standan vedikîn û eleqeya xelkê me ji mer e gelek heye .Ev piştgiriya wan me kêfxweş dike û enerjîyek zêdetir dide me û em jî dikevin nav kolanan. Em wek xelk jî gelek sipasiya wan dikin.''
Hesen Demîr-endamê HDPê, got:''Em bazar bi bazar digerin em li nav malan digerin ,li nav esnafan digerin yanî milletê me gelekî kêfxweş e.Miletê me gelek tên vêderê.carna jî dused, sêsed kes li vêderê kom dibin û dikevin govendê û dîlan ê.yanî em îsal gelekî bi hêvi ne. Ez dixwazin miletê me bibe yek û roja hilbijartinê biçe ser sindoqan dengê xwe bidin û xwedî li dengên xwe derbikevin.''
Bi nêzîkbûna hilbijartinê re kelecana li cadde û kolan jî zêdetir bûye û li cihên partiyan stand xwe danîn êdî zêdetir qerebalix çêdibin.
Omer Guncu-endamê AKPê , dibêje:''Em li vê derê hem guhdariya daxwazên welatiyan dikin hem jî xebatên ku em ji bo wan bikin didin nîşandan. Wek hilbijartinên borî îsal jî dinav welatiyan de kelecana hilbijartinê zêdeye.Hêvîdarim bi rêya vê hilbijartinê em ji hemî aliyan ve bibin alikarê welatiyên xwe.''
Îlyas Çîrî-endamê CHP, dibêje:''Gelek pirsgirêkên stenbolê yên wek zêdebûna trafîkê,nemama derfetên kar û tendirustî û perwerdehiyê de hene.Daxwazên welatiyan jî piranî ewe ku ev pirsgirêk bêne çareser kirin. Bi piştgiriya welatiyên xwe hêvîdarim em ê serbikevin û van kêşeyan çareser bikin.
Li cadde û kolanên stenbolê li gel gelek daxwazên hevpar yên welatiyan hinek partî ji bo başkirina rewşa aborî û bajar hinek jî di warê tendirustî,ziman û perwerdeyê de sozên cida cida didin welatiyan û hewl didin van rojên dawiyê de dengên welatiyan bikşînin nik xwe.