Niqaşên li ser ewlehiya hilbijartin a şaredariyan

Ji bo hilbijartina şaredarên 81 bajar û 919 navçeyên li Tirkiyê û li Kurdistanê roja yekşema bê (31ê Adarê) ji zêdeyî 57 milyon kes dê biçin ser sindoqan. Ji bo vê hilbijartinê, 194 hezar û 715 sindoq hatine amadekirin. Weke salên berê di vê hilbijartinê de jî mijara ewlehiya hilbijartinê di rojeva siyasetmedaran de cîh digire

K24- Enqere

Ji bo hilbijartina şaredarên 81 bajar û 919 navçeyên li Tirkiyê û li Kurdistanê roja yekşema bê (31ê Adarê) ji zêdeyî 57 milyon kes dê biçin ser sindoqan. Ji bo vê hilbijartinê, 194 hezar û 715 sindoq hatine amadekirin. Weke salên berê di vê hilbijartinê de jî mijara ewlehiya hilbijartinê di rojeva siyasetmedaran de cîh digire. Aliyên opozîsyonê bi taybetî HDP nerazî ye ku li 14 bajarên Bakurê Kurdistanê sindoqên dengan bi hinceta ewlehiyê tên barkirin bo cîhên dûr. Tê amajekirin biryara barkirinê, bandor li ser 96 hezar dengdêran dike ku ji cîhê dengdayînê gelek dûr dimînin.

Li Tirkiyê û li Bakurê Kurdistanê roja yekşema bê yanê 31ê Adarê 57 milyon û 58 hezar û 636 kes dê biçin ser sindoqan û şaredarên nû wê hilbijêrin. Ligel vê endamên encumena şaredariyan û mixtar jî wê werin hilbijartin. Weke her hilbijartinan di vê hilbijartina şaredariyan de jî meseleya ewlehiya hilbijartinê di rojeva siyasetê de bi berfirehî tê nîqaşkirin.

Ji aliyê lijneya bilind a hilbijartinê ve ku ji 11 endamên ji aliyê dadgeha bilind ve tên tayînkirin pêk tê biryar hat dayîn ku li 14 bajarên Kurdan bi hinceta ewlehiyê sindoq dê bên barkirin û yekkirin. Partiya Demokratîk a Gelan HDP ji vê biryarê nerazî ye.

Saruhan Oluç-Berdevkê HDP (got: 14 bajaran 973 sindoq dê bên barkirin û yekkirin. Ev biryar bandor li ser 96 hezar û 531 hilbijêran dike. Ev karesateke mezin e. Li gor yasayan sindoqek heta 5 kîlometre dûrî navnîşana hilbijêran tê barkirin lê niha hin sindoq heta 25 kîlometre dûrî hilbijêran e. Di nav dengdêran de kesên nexweş, pîr û kal hene. Mafê dengdayîna wan ji destê wan tên standin. Ji bo dirûstkirina vê meseleyê me îtîraz li lijneyê kir lê hat redkirin.

Parêzer Yusuf Dere ji bo parastina dengan bale dikêşîne ser şefafiyê. Li gor Dere dema jimartin û radestkirina dengan bo cîhên têkîldar divê hemû aliyên fermî û xebatkarên siyasî hevkariyê bikin.

Yusuf Dere-Parêzer, got: Gava berpirsên lijneya sindoqan, sindoqên dengan bi wesayîta polêsan bar dikin bo lijneya hilbijartinê ya navçeyan kesên muşahîd nikarin bikevin wesayîtan. Pêwîst e muşahîd û hêzên ewlekariyê bi mebesta parastina dengan alikariya hev bikin da ku şik û gumanek li ser encama hilbijartinê çênebe.

Barkirina sindoqan cara yekem di hilbijartinên giştî yên 24ê Hezîrana 2018an hatibû destpêkirin. Li gor aliyên fermî mebesta barkirinê pêşîgirtina zext û gefa hin aliyan li ser hilbijêran da ku bi serbesî herin debgê xwe bidin. Lê li gor aliyên opozîsyonê bi vê xebatê dengdêr ji cîhê dengdayînê dûr dimînin loma bikaranîna dengan zehmetttir dibe.