Diyarbekirî daxwaza xizmet û dilsoziyê ji namzedan dikin
Namzedên HDP'ê yên şaredariyan dibêjin; gel daxwaza şaredariyên xwe li me dike.
K24 – Diyarbekir
Li Bakur û Tirkiyeyê rojên dawîn ên bangeşiya Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî tên kirin. Ak Partî bangeşiya xwe bi xizmetên qeyûman dike; HDP bangeşiya xwe bi bîrdoziya welatiyan dike. Namzedên HDP'ê yên şaredariyan dibêjin; gel daxwaza şaredariyên xwe li me dike. Alîgirên HDP'ê û Ak Partiyê jî ji namzedên hatine diyarkirin, daxwaza xizmet û dilsoziyê dikin.
Di dawiya meha Adarê de Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî tên kirin û di vê hilbijartinê de dê hem şaredar û nûnerên meclisên şaredariyan werin hilbijartin, hem dê muxtarên gund û taxan werin hilbijartin. Li gelemperiya bakûr HDP û Ak Partî di nav pêşbaziyeke germ de ne û ji bo şaredariyên herêmê bangeşiyên xwe xurttir dikin. Namzeda HDP'ê ya Şaredariya Kayapinarê ya Diyarbekirê Kezîban Yilmaz got; daxwaza xelkê tenê car din bidestxistina şaredariyan e ku ji aliyê vîna wan ve werin birêvebirin.
Namzeda HDP'ê ya Şaredariya Kayapinarê ya Diyarbekirê Kezîban Yilmaz ji K24ê re got: "Gel dixwaze em di 31'ê Adarê de şaredariyên wan ji destên qeyûman derxin û dîsa radestî wan bikin.Ango dixwazin em di hilbijartinan de bersiveke xurt bidin û bi ser bikevin, bi rastî gel tenê vê dixwaze."
Namzedên Ak Partiyê li Bakur bangeşiyên xwe li ser xebat û xizmetên qeyûman dikin. HDP jî li herêmê xwedî dengên bingehîn e ku bingeha dengdêrên HDP'ê li ser bîrdoziyê hatiye avakirin. Dengdêrên Ak Partiyê xizmetên Ak Partiyê hêja dibînin û dixwazin ku car din şaredarî bi destên Ak Partiyê werin rêvebirin. Dengdêrên HDP'ê jî dibêjin; divê piştî hilbijartinan şaredar û gel bêhtir di nav dan û stendinan de bin.
Welatî Hamdullah Gol dibêje: "Ez bawer dikim ku şaredarî 5 salên din jî di destên Ak Partiyê de bin, dê Diyarbekir ji Riha û Dîlokê jî xweştir bibe û dê bêhtir bi pêş bikeve. Wekî tê dîtin di bajarê me de fabrîqeyek bi rêk û pêk tuneye û kes nayên razemeniyên xwe liv ê derê nakin."
Welatî Yusuf Gezer got: "Em dixwaazin ku şaredar ji aliyê civaka ekolojîk ve bi pêş ve biçin. Bila dengê miletê jî bibihîzin. Ne ku tenê werin ser qoltixan rûnin, em vê qebûl nakin, bila di nav miletê xwe de xebatên xwe xurt bikin. "
Di Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên sala 2014'an de Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP'ê li Diyarbekirê ji % 55,1; Ak Partiyê jî ji % 35 dengan girtibû. Ji ber ku 2 sal in şaredariyên herêmê ji aliyê qeyûman ve tên rêvebirin; ev yek dê bandora xwe bi çi awayî li hevsenga dengên van partiyan bike; dê êvara 31'ê Adarê zelal bibe.