Partiya Seadetî: Me li gel HDP rêkkevtin nekirîye

Partiya Saadetê derbarê îddayên ku tê gotin Saadetê li gel Partiya Demokratîk a Gelan HDPê tifaq pêk anî ye amaje dike ku wan li gel HDPê tifaqek pêk neanî ye û partiyên ku bi Saadetê re tifaq kirine diyar in.

K24- Amed

Partiya Saadetê derbarê îddayên ku tê gotin Saadetê li gel Partiya Demokratîk a Gelan HDPê tifaq pêk anî ye amaje dike ku wan li gel HDPê tifaqek pêk neanî ye û partiyên ku bi Saadetê re tifaq kirine diyar in.

Yek ji partiyên ku xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê Partiya Saadetê ye. Partiya Saadetê li aliyekê xebatên xwe bo hilbijartinan didomîne û li aliyekê jî bersiva îddayên derbarê Saadetê de dide. Yek ji îddayên derbarê Saadetê de ew e ku tê gotin Partiya Saadetê li gel Partiya Demokratîk a Gelan HDPê re tifaq pêk anî ye. Derbarê îddayan  de Namzetê Partiya Saadetê Yê Şaredariya Bajarê Mezina Diyarbekirê Fesîh Bozan dibêje wan qet tifaqek li gel HDPê pêk neanî ye û li deverên ku HDP bihêz e Saadetê namzet nîşan da ye.

Fesîh Bozan- Namzetê Partiya Seadetê Yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, dibêje:"Em dengên alîgirên HDPê, alîgirên Ak Partî û alîgirên CHPê jî dixwazin. Ev tişteke normal e. Li kîjan bajarî partiyekê namzet nîşan nedabe em dibêjin dengên xwe bidin me. Em vê pêşniyazê li hemû dengdêran dikin."

Partiya Saadetê derbarê projeyênşaredariyan de jî amaje dike Partiya Saadetê siyaseteke ji HDP û Ak Partiyê cûdatir dimeşîne û di kar û barên şaredariyan de dê qet partîzanî newe kirin. Namzetê Partiya Saadetê Yê Navçeya Navendî Ya Diyarbekirê Şaredariya Rezan Fatîh Yokûş dibêje dê hemû rengên civakê berçav werin girtin.

Fatîh Yokûş- Namzetê Partiya Saadetê Yê Navçeya Navendî Ya Diyarbekirê Şaredariya Rezan, got: "Projeyên me hene. Gelê me bê kar e, bê nan e. Divê em ji van re çareseriyekê bibînin. Mirov dibistanê dixwînin û paşê jî kar peyda nakin. Dikevin ezmûnan bi ser dikevin dîsa jî kar nabînin. Xelk nikarin debara mala xwe bikin."

Partiya Saadetê siyaseta Necmettîn Erbakanê serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê didomîne û her çiqas dengên wê kêmbin jî ji ber ku li gel Ak Partiyê ji heman kevneşopiyê tên wek partiyeke stratejîk tê dîtin. Partiya Saadetê di hilbijartinên herî dawî yên şaredariyan de li Bakurê Kurdistanê 4 navçeyan û li tevahiya Tirkiyeyê jî 7 navçeyan şaredarî bi dest xist bû.