Stenboli daxwaz a başkirin a rewşa aborî ji namzetan dikin
Ji hilbijartina herêmî ya tirkiyeyê re êdî wexteki gelek hindik ma. Ji bo bidestxistina dengên welatiyan jî namzetên şaredariyan gelek sozên wek zêdekirina xizmetên tendirustî ,perwerdehî û bajarvaniyê didin welatiyan û dixwazin welatî dengên bidin wan.Di gel van sozên namzetan piraniya welatiyên stenbolê daxwazê başkirina rewşa aborî dikin û dibêjin bila şaredarî li gel hikûmetê derfetên kar zêdetir bikin ji ber ku niha pirsgirêka herî mezin rewşa xerap ya aboriyê ye.
K24-Istanbul
Ji hilbijartina herêmî ya tirkiyeyê re êdî wexteki gelek hindik ma. Ji bo bidestxistina dengên welatiyan jî namzetên şaredariyan gelek sozên wek zêdekirina xizmetên tendirustî ,perwerdehî û bajarvaniyê didin welatiyan û dixwazin welatî dengên bidin wan.Di gel van sozên namzetan piraniya welatiyên stenbolê daxwazê başkirina rewşa aborî dikin û dibêjin bila şaredarî li gel hikûmetê derfetên kar zêdetir bikin ji ber ku niha pirsgirêka herî mezin rewşa xerap ya aboriyê ye.
Bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî ya Tirkiyeyê re xebatên partiyên sîyasî li ser cade û kolanên stenbolê zêdetir bûne.Hemû partî û namzetên serbixwe bi sozên wek zêdekirina xizmetên tendirustî,perwerdehî,bajarvanî û veguhestinê hewl didin dengên welatiyan werbigirin û di hilbijartinê de serbikevin.Li gel van sozên partiyan piraniya welatiyên stenbolê di vê hilbijartinê de ji namzetên şaredariyan daxwaza zêdekirina derfetên kar dikin û dixwazin şaredarî li gel xizmetên bajarvanî yên wek kêmkirina trafîk,binesazî û çêkirina navendên çandî û hûnerî li gor karîna xwe ji bo başkirina rewşa aborî xebatên xwe zêdetir bikin .
Welatîyek dibêje: ''Beriya her tiştî em daxwaza başkirina rewşa aborî dikin.Divê şaredarî li gor karîna xwe li gel hikûmetê derfetên kar çêke û ji bo başkirina rewşa aborî xebatan xwe zêdetir bike. Yanî êdî min dest ji trafîkê û xizmetên dî berdaye û dixwazim rewşa me ya aborî baş bikin.''
Welatîyek dî dibêje:''li gor min divê beriya hertiştî namzetê ku serbikeve xwe nêzîkî herkesê bike û hemû aliyan nêzîkî hev bike.Bi baweriya min eger ev tişt bê kirin wê gavê di hemû waran de dikarin rewşa welatiyan baş bikin.Di gel vê yekê başkirina rewşa aborî ez dikarim bibêjin pêwîstiya herî mezin e.''
Li gel daxwazên ji bo başkirina rewşa aborî û derfetên kar hinek welatî jî dibêjin êdî li stenbolê ji ber ku herder bûne avahî cihê ku mirov bikare lê bêhna xwe vede nemane ji ber wê pêwîste park û navendên çandî û hunerî bên zêdekirin da ku mirov bikare li vî bajarê mezin bi dilê xwe bijî.
Welatîyek dî got:''Wek piraniya welatiyan li gor min jî niha kêşeya herî mezin aboriye. Ez wek xwendekarek li vê navçeyê dijîm lê nikarim bi dilê xwe tiştekê biikim.Êdî herder bûne avahî û cihê ku em bikarin bêhna xwe lê vedin nemane ji ber wê ez dixwazim zêdetir park bên çêkirin û navendên çandî û hûnerî jî bên zêdekirin.''
Welatîyek dî dibêje:''Ez dixwazim şaredar di rojên şîn û şahiyan de yanî herdem li gel welatiyan be û guh bide daxwazên wan .Herwiha ez dixwazim rê û kolanên me paqijtir bin û trafîk bê kêmkirin.Hêvîdarim namzetê ku zêdetir xizmetan bike serbikeve.''
Ji bo hilbijartina herêmî ya Tirkiyeyê êdî wexteki gelek hindik ma û li cadde û kolanên stenbolê daxwaza welatiyan ji namzetên şaredariyan her çiqes piranî di warê başkirina rewşa aborî û bajarvaniyê de bê jî gelek welatî dibêjin pêwîste namzetên şaredariyan zêdetir biçin nav welatiyan û guh bidin wan da ku bizanin welatî çi dixwazin û kêşeyan wan çareser bikin.