Li Suriye avakirin a devereke ewle

Di demên dawî de ji aliyê Amerîkayê ve ji bol i Sûriyê avakirina devereke ewle daxuyaniyên cuda têne dayîn. Nûnerê Taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey ragihand ku ev bi Tirkiyê re di nava danûstandinan de ne ku bêyî beşdariya YPGê devereke ewle ava bikin. Lê belê ev daxuyanî ji aliyê pisporên Tirkiyê ve cuda tê nirxandin. Hin pispor dibêjin ev daxuyaniya Jeffrey ser girêdane, hin pispor jî dibêjin Amerîka daxwazên Trkiyê yên li ser Sûriyê gav bi gav dê cibicî bike.

K24-Ankara

Di demên dawî de ji aliyê Amerîkayê ve ji bol i Sûriyê avakirina devereke ewle daxuyaniyên cuda têne dayîn. Nûnerê Taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey ragihand ku ev bi Tirkiyê re di nava danûstandinan de ne ku bêyî beşdariya YPGê devereke ewle ava bikin. Lê belê ev daxuyanî ji aliyê pisporên Tirkiyê ve cuda tê nirxandin. Hin pispor dibêjin ev daxuyaniya Jeffrey ser girêdane, hin pispor jî dibêjin Amerîka daxwazên Trkiyê yên li ser Sûriyê gav bi gav dê cibicî bike.

Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de di qada Sûriyê de yek ji mijara ku bûye sedema nakokî û dilgiraniyan mjara avakirina devereke ewle ye. Herî dawî derbarê vê mijarê de nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey diyar kir ku ew bi Tirkiyê di nava pêwendiyande ne ku herêmeke ewle bêyî YPGê ava bikin. Beriya vê daxuyaniyê Tirkiyê her digot ew ê deverekê li Sûriyê bi tena serê xawe ava bikin Amerîkayê jî bêyî YPGê devereke ewle pêkan nedidît. Ji loma jî ev daxuyaniya Amerîkayê bûye sedema nêrînên cuda navbera pisporên Tirkiyê de.

Li gorî hin pisporan ji bo ku bertekên dijî biryara Amerîkayê ya li ser Girên Colanê de zêde nebin Amerîkayê daxuyaniyeke wisa daye lê belê tu bingeha rastiya wê daxuyaniyê nîne.

Prof.Dr.Seyfettîn EROL- Pisporê Pêwendiyên Navdewletî, dibêje:"Di polîtikaya Amerîkayê ya derbarê Sûriye û YPGê de guherîneke radîkal xuya nake. Bi daxuyniya dawî armanc ew e ku Tirkiye li dijî Amerîka û Îsraîlê bertekên xwe zêde neke. Ji ber ku bi biryara Amerîkayê ya derbarê Girên Colanê de ku gotibû ev dewer ya Îsraîlê ye Tirkiyê bertekên tund nîşan dabûn. Niha jî dixwzin dilê Tirkiyê xweş bikin. Lê belê Amerîka heta ku li Sûriyê be bêyî YPGê planek an jî dewereke ewle ava nake."

Li gorî hin pisporan jî ev daxuyaniya Amerîkayê dide xuyakirin ku Tirkiye bibiryare li Sûriyê armanca xwe ya avakirina devereke ewle pêk bîne loma jî ev daxuyanî têne dayîn û piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê li pêşiya Tirkiyê di qada navdewletî de mijarên girîng hene.

Doç. Rasûl Yalçin - Pisporê Pêwendiyên Navdewletî, dibêje: "Tirkiye bi awayeke ciddî bi Rûsya,Îran û Welatên din re li Sûriyê avakirina devereke ewle diaxave û bi biryare. Amerîka jî vê yekê dibîne. Her çiqas armanca daxuyaniya Jeffrey ji Rûsya û Îranê durxistina Tirkiyê

be jî di rastiyê de Amerîka hêdî hêdî daxwazên Tirkiyê tîne cih. Piştî hilbijartinan mijarên navbera her du welatan de dê bi berfirehî bêne axaftin."

Niha li qada Sûriyê ligel mijara avakirina devereke ewle, biryara Amerîkayê ya derbarê Girên Colanê de k udi bin destê Îsraîlê de ye, ji rûsyayê krina mûşekên S 400 û herî dawî gemaroyên Amerîkayê yên li ser du kompanyeyên Tirkiyê weke kêşeyên sereke di navbera Tirkiye û Amerîkayê weke kêşeyekê berdewam dikin û tê çaverkirin ku 2ê Nîsanê serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglu bo Emerîkayê ve mijarê dê berfirehî bêne axaftin.