Mîtîng a HDPê li Wanê…

Partiyên siyasî mîtîngên xwe yên dawî yên beriya hilbijartinên şaredariyan ku dê 31'ê Adarê de, li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê bên kirin lidardixin. Partiya Demokratîk a Gelan HDPê jî di 27'ê Adarê de, mîtînga xwe Wanê lidarxist. Di mîtînga HDP'ê de, xalên ku derketin pêş, mangirtinên bê dorveger yên li dijî tecrîtê, rexneyên li rayedarên hikumeta Tirkiyeyê û polîtîqayên qayiman bû.

K24- Wan

Partiyên siyasî mîtîngên xwe yên dawî yên beriya hilbijartinên şaredariyan ku dê 31'ê Adarê de, li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê bên kirin lidardixin. Partiya Demokratîk a Gelan HDPê jî di 27'ê Adarê de, mîtînga xwe Wanê lidarxist. Di mîtînga HDP'ê de, xalên ku derketin pêş, mangirtinên bê dorveger yên li dijî tecrîtê, rexneyên li rayedarên hikumeta Tirkiyeyê û polîtîqayên qayiman bû.

Li Wanê, ji bo hilbijartinên şaredariyan, partiyên siyasî mîtîngan lidardixin. Rojek berê Partiya Edalet û Geşepêdanê Ak-Partî mîtîn lidarxistibû û di 27'ê Adarê de jî HDP'ê bi girseyî mîtîngekî lidarxist. Di mîtîngê de, Parlamentera HDP'ê ya Elihê Feleknas Ûca bi wêneyê Leyla Guvenê derket ser dikê û anî ziman ku dê tecrîdê jî zext û pêkutiyên li ser Kurdan jî bişkênin. Ûca, rexne li Serokkomar û Serokê Giştî yê Ak-Partiyê Recep Tayîp Erdogan jî kir ku gotiye Kurdistan li vir tune ye û got: "Ev der Kurdistan e, em jî xwediyê wê ne."

Namzetên Hevserokatiya Şaredariya Mezin yên Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mistefa Avci jî ragihandin ku beriya vê mîtîngê, beşdariya girseyî ya li Newroza Wanê peyama serkeftina wan nîşan daye û îro jî gel bi hatina vê qadê îradeya xwe beyan dike.

Mistefa Avci (Namzetê Hevserokatiya Şaredariya Wanê), got:"Hûn bûne mînaq, hûn çavkaniya moralê gelê bindest yên Rojhilata Navîn. Îro jî we em tenê nehiştin, hûn li rumeta xwe xwedî derketin, li zimanê xwe û nasnameya xwe xwedî derdikevin. Hûn çavkaniya morale me ne."

Hevşaredarên ku li Wanê ji peywira xwe hatibûn dûrxist, namzetên hersorakatiya şaredariyên navçeyên Wanê, Rêvebirên partiyên ku hevpeymanî bi HDP'ê re kirine û nûnerên saziyên sivîl jî li mîtîngê beşdarbûn.

Endamê Rêvebiriya Hereketa Însan û Azadiyê Aytullah Aşitî jî di axaftina xwe de, balê kişand ku hemû netewe bi nirx û nasnameyên xwe afrandina xweda ne û înkarkirina wan û mafên wan jî dijderketina xweda ye. Aşitî balê kişand ku hin alî li ser navê îsalmê Kurdan û welatê wan înkar dikin, lê ew misilmanî ne ya kitêbî ye, ya desthilatdara ye.

Aytullah Aşitî (Nûnerê Hereketa Însanî û Azadî), got:"Ew însanên ku neteweyên xweda afirandiye înkar dikin û bi wê hişmendiyê dibêjin: 'tek milet, tek dewlet û tek al' ewana hem wext înkarê li xweda dikin."

Di mîtîngê de, li gel axaftinên siyasetmedaran, muzîkên Kurdî jî hatin pêşkêşkirin û dîlan hatin gerandin. Piştî belavbûna mîtîngê cîh bi cîh ji aliyê hêzên ewlehiya Tirk ve destwerdan li beşdarên mitîngê hatin kirin.