Emerîka hoşdarîyê dide bazirgan ên Îraqê
Robêt Paladîno, cêgir ê gûtebêj ê wezaret a derve ya Emerîkayê ragehand: Her kopanîyayek û kesatîyeke Îraqî bazirganî yê li gel Îranê bike; bi tundî dê bihê zizadan.
K24- Hewlêr
Robêt Paladîno, cêgir ê gûtebêj ê wezaret a derve ya Emerîkayê ragehand: Her kopanîyayek û kesatîyeke Îraqî bazirganî yê li gel Îranê bike; bi tundî dê bihê zizadan.
Li bersiv a pirsyarek a Kurdistan 24; li ser serdan a serok komarê Îranê û hewl ên wî bo bazirganîyê li gel komaniya yên Îraqê; Paladîno y, tekez kir ku Emerîka harîkarî ya Îraqê dê bike bo bihêzkirin a abûrî ya Îraqê; belê bîguman Emerîka siza yên ser Îranê dê tundtir bike.
Herweha tekez jî kir ku merîka rê nade, ji Îraqê ve siza yên Emerîkayê bo ser Tehranê bihê pêşêlkirin.