Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê: Operasyon a dijî berpirsên PKKyê dê berdewam bibe
Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê di derbarê operasyona dijî berpirsên PKKyê de radigihîne: Dê operasyonên wan berdewam bike.
K24- Hewlêr
Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê di derbarê operasyona dijî berpirsên PKKyê de radigihîne: Dê operasyonên wan berdewam bike.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar dibêje ew heyfa leşkerên xwe ji PKKyê distînin. Operasyona li Qendîlê ya dijî berpirsên PKKyê destpêkek bû û dê berdewam bike. Ewê Tirkiyeyê ji belaya PKKyê rizgar bikin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan eşkere kiribû ko wan dijî berpirsên PKKyê li Qendîlê operasyoneke asimanî kirine û 3 berpirsên PKKyê canê xwe ji dest dane yek jî birîndar bûye. Lê heta niha PKK di derbarê vê mijarê de ti daxûyanî nedaye.