Turkîya: Em pabendîn bi rêkkevtin a kirrîn a S400 ji Rûsyayê
Hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne: Ew pabendê rêkeftina digel Rusyayê ne û nabe Amerîka dijî kirîna S 400an derkeve.
K24- Hewlêr
Hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne: Ew pabendê rêkeftina digel Rusyayê ne û nabe Amerîka dijî kirîna S 400an derkeve.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov li bajarê Antalyayê kom bûn û piştî hevdîtinê Çavuşoglu ragihand ko li ser kirîna S 400an rêkeftina wan a digel Rusyayê berdewam e. Nabe Amerîka yasayên navnetewî binpê bike û dijî rêkeftina wan derkeve. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi S400an heye û ewê bikirin.
Em digel Rusyayê li ser kirîna mûşekên S 400 rêkeftin û me peymanek îmze kir. Ev peyman berdewam e û niha em gengeşeya radestkirin û danîna mûşekan dikin. Li ser vê meseleyê nabe welatekî sêyemîn biryar bigre û dijî rêkeftina me derkeve. Ev helwest yasayên navnetewî jî binpê dike. Em pabendê rêkeftina xwe ya digel Rusyayê ne. Pêwîstiya me bi S400an heye û emê bikirin.