Demîrtaş daxwazekê ji dengderan dike
Hevserokê HDPê yê berê Selahadîn Demirtaş daxwaz ji welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dike biçin ser sindoqan û deng bidin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê HDPê yê berê Selahadîn Demirtaş daxwaz ji welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dike biçin ser sindoqan û deng bidin.
Demîrtaş di zîndana Edirneyê de bi riya twitterê daxuyeniyek da û daxwaz ji gelê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kir, biçin ser sindiqan, dengê xwe bikar bînin, dengê xwe bidin HDPê û xwedî li sandoqan derkevin.
Demirtaş da got: Herin ser sindoqan dengê xwe bidin HDPê, sindoqan terk nekin. Heta dawiyê xwedî sandiqan derkevin.
Îro li Tirkiye û Bakurê hilbijartinên herêmî yên şaredariyan birêve diçe ji bo hilbijartina 30 Serokên Şaredariyên Mezin, 81 bajar, 922 navçe, 386 bajarok bi giştî 8 hezar û 270 namzetên şaredariyan.
S. B