Hilbijartina şaredariyan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê birêve diçe

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê Îro 56 Milyon û 911 Hezar û 967 kes, dê biçin ser sandiqan û dengê xwe ji bo serokên şaredariyan bikar bînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê  Îro 56 Milyon û 911 Hezar û 967  kes, dê biçin ser sandiqan û dengê xwe ji bo serokên şaredariyan bikar bînin.

Li Tirkiyê piştî guhartina sîstema desthilatdariyê ev cara yekem e ku hilbijartinên şaredarî û taxan dê werin kirin.

Di van hilbijartinan de 30 Serokên Şaredariyên Mezin, 81 bajar, 922 navçe, 386 bajarok bi giştî 8 hezar û 270 namzetên şaredariyan dê werin hilbijartin.

Li tevahiya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 194 Hezar û 390 sandiq ji bo dengdanê hatine amadekirin.

Li bajarên Tirkiyê dê dengdan îro sibê demjimêr 08:00 destpê bike û êvarê jî demjimêr 17:00 bidawî bibe.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê cuda ye, dengdan dê Demjimêr sibê 07:00 destpê dike êvarê 16:00 bidawî bibe.

Di vê hilbijartinê de 12 partiyên Siyasî dê bikevine nav berîkanê û 3 hevpeymanên fermî hatine ragihandin. AKP û MHP: Hevpeymaniya Cumhur. CHP û Iyı Parti û Saadet: Hevpeymaniya Milet. HDP û 6 Partiyên Kurdî: Hevpeymaniya Kurdistanî saz kirine û ketine hilbijartinan.

Li ser daxwaza HDPê 92 çavdêr ji welatên Ewropa çavdêriya proseya hilbijartinê dikin, di nava wan de jî hejmarek parlemanterên Ewropî ne û beşek jî kesayetiyên siyasî yên welatên Ewropayê ne.

Hilbijartina Şaredariyan li Tirkiyê her 5 salan carekê tê kirin. 553 hezar karmendên hêzên ewlehiyê hatine erkdarkirin. Piştî 10 rojan encamên fermî yên hilbijartinê tên ragihandin.

 

 

S. B