Bakurê Kurdistanê: Şanda Îtalî hate girtin, dê were dersînor kirin

Li Bakurê Kurdistan bajarê Diyarbekrê Navçeya Dara Hênê, çavdêrên hilbijartinan yên Îtalî, hatin girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekrê Navçeya Dara Hênê, çavdêrên hilbijartinan yên Îtalî, hatin girtin.

Liser banga Partiya Demokratik a Gelan HDP, duhî ji 90an zêdetir, çavdêrên hilbijartinan ên Ewropî hatibûn Diyarbekrê.

Ev çavdêrên hilbijartinan ji 10 welatên Yêkitîya Ewropa, liser bajarên Bakurê Kurdistanê hatibûn êrkdar kirin yên Dara hênê ku Îtali bûn, hatin girtin.

Şanda îtalî Sonia Helene Rosset û Noemi Colombo li Asayişa Dara Hênê tên ragirtin.

Hate ragihandin ku ev şanda Îtalî, dê werin dersînor kirin.

 

 

C.B