HDP: Stratejiya partiya me encam girtiye
HDP dibêje, stratejiya wan ya derbarê hilbijartinan li rojavayê Tirkiyê serketiye ku, piştevanî dabûn namzetên partiyên dijbere. Da zanîn, bi giştî li bakurê Kurdistanê jî, digel hemû astengî û fişaran, têkoşîna wan serketiye û siyaseta qeyuman hatiye retkirin. Da zanîn, dema zêdetir encam bigihin destê wan, dê Hevserokê daxuyaniyeke berfireh bidin.
K24- Hewlêr

ji encamên bajarên mezin yên rojavayê Tirkiyeyê diyar dibe ku stratejiya partiya me encam girtiye. Di van encaman de para me heye û em bi van encaman kêfxweş in.
Derbarê encamên cografiya Kurdistanê de jî li hin deveran encamên neçaverêkirî derketin. Derveyî vê li gor encamên gihîştine destê me, têkoşîna me ya li wê derê jî encam girtiye û siyaseta qeyuman hatiye retkirin.
Ez dixwazim taybet balê bikşînim ser encamên Şirnexê medya Tirkiyeyê ser nîqaş dike. Dewletê polîs û leşkerên navçeyan hemû bo navendê veguhestin. Her weha gelek dengên dubare hene. Dema em li Cizîr û Silopî û Hezexê binêrin bi ferqên mezin li pêş in."