Erdogan: Ber bi armanca Tirkiyeya mezin û bihêz, rêya xwe berdewam dikin

Serokomarê Tirkiyê, ber bi zelalbûna encamên hilbijartinê da xuyakirin, ew taybet encamên hilbijartinê yên li bajarên bakurê Kurdistanê girîng. Da zanîn, hinekan dengên welatiyên kurd wek malê xwe didîtin û da zanîn vê carê wan rê nedaye tiştek weha. Erdogan her weha got, li rojavayê Tirkiyê jî tîfaqên qirêj hatine kirin, lê di encamê de ew xwe serkeftî dibînin.

K24- Hewlêr

 Erdogan got jî:"Ji vir pê ve bi armanca Tirkiyeya mezin û bihêz, em rêya xwe berdewam dikin. ji bo vê demeke dirêj li pêş me heye.

Herweha jî got: Bêaramiya herêmê ku gef li ser welatê me dirust dike, bi rêyên dîplomasî û leşkerî emê bêbandor bikin.

 Li ser encam ên hilbijartinan li bakurê kurdistanê got:Ez taybet encamên herêmên rojhilat û başûrê rojhelatê girîng dibînim. Dengên welatiyên kurd wek malê xwe dîtibûn.  Li bajarên din jî bi bazariyên qirêj xwestin hin tiştan bikin. Li gor encaman ev helwestên wan negihîştin armancê. Yên xwestin yekîtiya miletê me têkbidin, careke din şikestin xwarin.

Emê nehêlin rêxistinên terorê henase bigrin û herêma xwe û welatê xwe bikin giraveke aramiyê. Di asta cîhanê de û li herêmê guhertinên mezin rû didin û bo welatê me bigihe armancên 2023 emê xebatên xwe bênavber berdewam bikin."