Encamên ji sedî 88 ên hilbijartinên şaredariyên Tirkiyê
Duhî proseya hilbijartina şaredariyan li Tirkiyê birêve çû, li gor encamên ne fermî HDPê li çend şarederiyên mezin ên Bakurê Kurdistanê serkeftin bidest aniye, Ak Partî li Stenbolê û CHPê jî li Enqerê serkeftinên mezin bidest xistine.
K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê Îro 56 Milyon û 911 hezar û 967 kes, dê biçin ser sandiqan û dengê xwe ji bo serokên şaredariyan bikar bînin.
Di van hilbijartinan de 30 Serokên Şaredariyên Mezin, 81 bajar, 922 navçe, 386 bajarok bi giştî 8 hezar û 270 namzetên şaredariyan dê werin hilbijartin.
Di vê hilbijartinê de 12 partiyên Siyasî dikevin nav berîkanê û 3 hevpeymanên fermî hatine ragihandin. AKP û MHP: Hevpeymaniya Cumhur. CHP û Iyı Parti û Saadet: Hevpeymaniya Milet. HDP û 6 Partiyên Kurdî: Hevpeymaniya Kurdistanî saz kirine û ketine hilbijartinan.
Hilbijartina Şaredariyan li Tirkiyê her 5 salan carekê tê kirin. 553 hezar karmendên hêzên ewlehiyê hatine erkdarkirin. Piştî 10 rojan encamên fermî yên hilbijartinê tên ragihandin.
Bi Giştî Navçe Qeza Parêzgeh Bajarên Mezin Partî