Li Istanbol, Kandîd ê CHPYê bi 24 hezar dengan li pêş AKPye

Komîsyona Hilbijartina Bilind a Tirkiyeyê, encamên hilbijartina Stenbolê aşkera kirin. Namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu bi 24 hezar dengên zêde, hember Binalî Yildirim serketiye.

k24- Hewlêr

Komîsyona Hilbijartina Bilind a Tirkiyeyê, encamên hilbijartina Stenbolê aşkera kirin. Namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu bi 24 hezar dengên zêde, hember Binalî Yildirim serketiye.

Komîsyona Hilbijartinê, daneyên nefermî yên hilbijartina Stenbolê aşkera kirin. Li gor daxuyaniyê, hemû sindoq hatine vekirin û deng sedî sed hatine hejmartin.

Li gor encamên hejmartina dawî, Namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu 4 mîlyon û 170 hezar û 116 deng wergirtine. Namzetê AK Partiyê Binalî Yildirim jî 4 mîlyon û 145 hezar û 708 deng wergirtine. Di navberê de 24 hezar û 408 deng ferq heye. Bi van encaman, Ekrem Îmamoglu sedî 48.79, Binalî Yildirim jî sedî 48.50 bidest xistine.

Serlêdana nerazîbûna AK Partî bo ji nû ve hilbijartinê jî berdewam dike. Tê çaverêkirin encamên fermî di heyama du rojan de werin ragehandin.