Encam en berîkaneyê di hiljartin ên şaredarîyan li Turkîya
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hilbijartinên bajarvaniyan encam dan û 4 partiyên di nav parlamenê ne, ketin nav berikaneyek tund.
K24- Hewlêr
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hilbijartinên bajarvaniyan encam dan û 4 partiyên di nav parlamenê ne, ketin nav berikaneyek tund.
Di encamê de, Partiya Desthilatdar ku li gel Partiya Nijadperest MHPêhevpeyman bû li Tirkiyê windakir.
Partiya CHPê ku li gel Iyı Partiyê hevpeyman bû, li Tirkiyê serkeftinek mezin bidest xist.
Hevpeymaniya Partiyên Kurdistanî jî ku di bin sîwana HDPê de keti bûn hilbijartinan, li Bakurê Kurdistanê dengên xwe, kêm kirin.
Partiya Desthilatdar AKP li gorî hilbijartinên dema burî, gelek bajarvaniyên stratejik wek bajarên Stenbol, Enqere û Îzmîrê sernekeft û winda kir.
Partiya Desthilatdar ku bi diruşmeya "Bajarvaniya Ji dil" dest bi propagandeyê kiri bû, li bajarên Tirkiyê geşbînî pêşwazî nekirin.
Serokê AK Partiyê Erdogan û Wezirê Navxweyî Soylu, di propagandeyên xwe de, berdewam gotinên hêrişkar, taybet li dijî HDPê û oposizyonê bikar anîn.
Di hilbijartinan de diyar dibe ku gele Tirkiyê, ev hêrişkariya desthilatdariyê, geşbîn pêşwazî nekir û Enqere, Stenbol jî nav de 15 Bajarvanî ji dest dan.
Li Stembolê Namzetê CHPê Ekrem İmamoglu: bi daxuynaiyekê serkeftina xwe ragihand.
Di heman deme de,Berdefkê HDPê Saluhan Oluçbi daxûyaniyekê da zanîn: Raste wan li Bakurê Kurdistan dengen xwe kêm kirine, lê li bajarên Tirkiyê jî, wan balansa serkeftinê ragirt ku bi piştgiriya wan CHP serkeft.
Partiya Gel ya Komarî ku hevpeyman bû li gel Iyı Partiyê dengen xwe zêdekirin û Serokên Bajarvaniyên Wek Stenbol û Enqere nav de, 8 bajarvanî zede kirin.
Partiya Demikratika Gelan HDP ê li gorî hilbijartinên birû ji 10 Bajarvani hebûn 2 bajarvanî ketin deste qeyyuman û bajarê Qersê jî ku AKP bû, kete deste HDPê.
Yanî Partiya Desthilatdar jibilî navçe û Bajarokan, 10 Bajarvaniyên mezin yên HDPê desteser kiri bûn. Lê HDPê 8 Bajar û 46 Bajarvaniyên navçeyan bidestxst.
Di encamê de, AKPê li Tirkiyê 15 Bajarvanî ji dest dan û HDPê jî 2 Bajarvanî ji dest da. Partiya Serkeftî CHP bû ku HDPê li Tirkiyê piştgiriya wan kir.