“Erdogan dê guherandinan di kabîneya xwe de bike”
Ajansa Reuters diyarkir, ku Serokomarê Tirkiye û Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê AK Partî Receb Tayyip Erdogan girêdayî neserkeftina di Hilbijartinên Herêmî de...
K24 – Navenda Nûçeyan
Ajansa Reuters diyarkir, ku Serokomarê Tirkiye û Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê AK Partî Receb Tayyip Erdogan girêdayî neserkeftina di Hilbijartinên Herêmî de, dê guherandinan di kabîneya hukimeta Tirkiye de encam bide.
Reuters vê nûçeya xwe de dispêre çavkaniyên pilebilind dinav AK Partî de. Ligor van çavkaniyan encama xerab a hilbijartinan ji bo AK Partî girêdayî rewşa aborî ya xerab a Tirkiye bû ye û Erdogan di nav berpirsên aborî yên AK Partî û herweha hukimetê de jî, dê guherandinan bike. Ger ev guherandin pêkneyên, dikare encamên xerabtir ji AK Partî re rû bidin.
C.B