Li çendîn navçeyên Stenbolê deng ji nû ve tên hejmartin
Li sê navçeyên Stenbolê, zêdetirî 18 hezar dengên betalkirî ji nû ve tên hejmartinê
K24 – Navenda Nûçeyan
Li sê navçeyên Stenbolê, zêdetirî 18 hezar dengên betalkirî ji nû ve tên hejmartinê.
Serlêdana Partiya desthilatdara Tirkiyeyê AK Partî, bo ji nû ve hejmartina dengên navçeyên Beykoz, Çekmekoy û Fatîhê hat qebûl kirin. Komîsyona hilbijartinê biryara ji nû ve hejmartina dengên betal da.
Li Beykozê 5 hezar û 350, li Çekmekoyê 5 hezar û 680 li Fatîhê jî 7 hezar û 350 dengên betalkirî hene.
Li ser daxwaza CHP jî, hemû dengên herêma yekemîn a navçeya Sancaktepeyê ji nû ve tên hejmartinê.
Li Stenbolê kandîdê Partiya Komarî ya Gel CHP Ekrem Imamoglu wekî serkeftiyê hilbijartina Şaredariya Mezin hate ragihandin. Lê, Partiya Dad û Geşepêdanê AK Partî vê encamê napejîrîne û daxwaza hejmartina dengên Stenbolê ji Dezgeha Bilind a Hilbijartinan YSK kiriye.
C.B