Nirxandina şandeya konseya Ewropayê li ser hilbijartinên Tirkiye
Karvedanên encamên hilbijartinên herêmî yên Tirkiye û bakurê Kurdistanê didomin. Şandeya çavdêriyê ya Konseya Ewropayê ku li proseya hilbijartinan dişopandin, bi civîna rojnamegeriyê nirxandinên xwe yên ewil parve kirin.
K24-Ankara
Karvedanên encamên hilbijartinên herêmî yên Tirkiye û bakurê Kurdistanê didomin. Şandeya çavdêriyê ya Konseya Ewropayê ku li proseya hilbijartinan dişopandin, bi civîna rojnamegeriyê nirxandinên xwe yên ewil parve kirin. Şande ji siyaset û gefxwarina desthilatê ya tayînkirina qeyûman gilî û gazincên xwe bilêvkirin û dan zanîn ku peywendiya serok û şaredarên HDPê li gel terorê tune ye. Herwiha pisporên siyasî dibêjin, her kesî rol û girîngiya HDP û dengên Kurdan fêm kiriye, ji loma wê desthilatdar siyaseta nermbûnê bixe dewrê.
Prose û encamên hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê birêve çû, ji aliyê dam û dezgehên navneteweyî ve jî ji nêz ve hate şopandin. Şandeyeke ji Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê ku ji bo çavdêriya hilbijartinan ev demekî ye li Tirkiyeyê bûn, bi press konferanseke nirxandina xwe ya destpêkê bi raya giştî re parve kirin. Şandeya çavdêriyê ragihand ku heta niha bêrêtiyeke mezin ku bandorê bide ser encaman me tespit nekiriye û li ser HDP û karîgerkirina qeyûman jî rawestiyan û dan zanîn nabe ku ji nû ve qeyûm li dewsa şaredarên hilbijartî bêne tayînkirin.
Andrew Dawson-Serokê Şandeya Çavdêriyê ya Konseya Ewropayê, got:"Li herêmê şaredarên ku hatine hilbijartin divê bêyî tohmeta terorê karûbarên xwe yên yasayî bidomînin. Me di 27ê Adarê de derbarê pergala qeyûm û kêşeya Kurd de biryara pêşniyazê wergirt û me da zanîn ku divê hikûmet qeyûman sînordar bike. Bi rastî em qebûl nakin ku peywendiyên serok û şaredarên HDPê bi terorê re hebin. Ji loma jî em ji vê yekê gelekî bi endîşe û fikar in."
Herwiha şandeya çavdêriyê ragihand ku ew ê raporta dawî û nivîskî di 3yê Tîrmehê de li Osloyê eşkere bikin. Li aliyê din Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan beriya hilbijartinan gotibû heke namzedê CHPê li Enqereyê biser keve eger heye ku qeyûm bête sepandin. Piştî ku partiya mixalefeta sereke CHP li gorî encamên nefermî şaredariya Enqereya paytexta Tirkiyeyê bidest xist, ev babet jî careke din bû mijara nîqaş û gengeşiyê.
Tacîre Baktaş-Xwediya Rapirsiya DÎENê,got:"Serî de tevî hemû êrîş û gotinên desthilatê HDP li Kurdistanê biser ket û li rojavayê Tirkiyeyê jî dengên stratejik bikar anî. Jixwe ji sedî sed Enqere û Stenbol bi saya HDP û dengên Kurdan hate qezenckirin. Bêguman bandora bangewaziya Demîrtaş mezin bû. Gelê Kurd bertek nîşanî gefên Erdogan da û deverên ku qeyûm hatine tayînkirin, jinûve ket destê HDPê. Li gorî min ji vir şûnve wê Erdogan sîyaseta nermbûnê bimeşîne û mijara qeyûman heta demekî neyê rojevê."
Namzetên HDPê bi destpêkirina proseya hilbijartinê vir ve ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ve bi peywendiya PKKê ve dihatin tawanbarkirin. Erdogan di her axaftina xwe de rexneyên tund li namzedên HDPê digirt û dida zanîn ku heke HDP bi serkeve dê li dewsa wan şaredarên hilbijartî, burokratên dewletê yên bi navê qeyûm bêne destnîşankirin. Piştî hilbijartinan niha hemû çav ziviriye ser şaredariyên ku HDPê qezenc kirine û li beramberê vê yekê helwesta desthilatdariyê.