Evro pîşangeh a nêvdewletî ya pertûkan li Hewlêrê dê vebe
Evro 14min pîşangeh a nêvdewlwtî ya Pertûkan li Hewlêr a Paytext a Kurdistanê dê vebe bi siponserî ya mêdyayî ya Kurdistan24ê.
K24- Hewlêr
Evro 14min pîşangeh a nêvdewlwtî ya Pertûkan li Hewlêr a Paytext a Kurdistanê dê vebe bi siponserî ya mêdyayî ya Kurdistan24ê.
Di evê pîşangehê de 300 dezgeh ên çapemenîyê ji 21 welatan têde pişikdarin û berhem ên xwe bo dem a 11 rojan nîşan didin.
Li gor axivtin ên Ebdûlla Ehmed, yek milyon navûnîşan di evê pîşangehê de dikevin berdest ê xwînevanan ji hemû mijar û bîayavekê. Bi dehan dezgeh ên çapemenîyê neşîyan pişikdar bibin divê pîşangehê de bi eger a nebûn a cihî.
Herdî Ûmer, rêvebr ê kargêrî yê pîşangeh a nêvdewletî ya Hewlêrê bi Kurdistan24 ragehand: Rojane di pîşangehê de çend çalakî û bizav ên bihên pêşkeşkirin ji alîyê rewşenbî,ekadîmîst ûnivîskar ên himdûrî û bîyanî. Hol tijî bûye ji dezgeh ên çeapemenîyê û ev jî nîşan a serkevtin a evê pîşangehê ye ku salane li Hewlêr dihê vekirin.