Turkîya: Mafê Amerîkayê niye desttêwerdana karên navxwe ya Tirkiyeyê bike
Hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne: Mafê Amerîkayê niye desttêwerdana karên navxwe ya Tirkiyeyê bike.
K24- Hewlêr
Hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne: Mafê Amerîkayê niye desttêwerdana karên navxwe ya Tirkiyeyê bike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Hamî Aksoy bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva Amerîkayê da û ragihand ko rewabûna hilbijartinan viyana xelk e. Nabe ti welat desttêwerdana encamên hilbijartina welatekî din bike û xwe wekî jêdera rewabûnê nîşan bide.
Duh Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Robert Palladino gotibû ew hêvî dikin hikûmeta Tirkiyeyê encamên rewa yên hilbijartinê qebûl bike.