Serok Barzanî: Ew hokar ên Daiş duristkirîn hêj mane li Îraqê
Serok Barzanî di vekirina 14mîn pîşangeh a nêvdewletî ya pertûkan li Hewlêrê, gutarek pêşkêş kir û ragehand: Pêkanîn a Hikumet a Herêm a û karkirin a serokatî ya Herêm a Kurdistanê perleman dê yekalî bike û êdî çaverê nakîn.
K24- Hewlêr
Serok Barzanî di vekirina 14mîn pîşangeh a nêvdewletî ya pertûkan li Hewlêrê, gutarek pêşkêş kir û ragehand: Pêkanîn a Hikumet a Herêm a û karkirin a serokatî ya Herêm a Kurdistanê perleman dê yekalî bike û êdî çaverê nakîn.
Serok Brazanî, di gutar a xwe de ragehand: Vekirin a evê pîşangeh a salane li Hewlêrê cihê şanazîyêye û maf ê Hewlêrêye jî şanazîyê bi evê pîşanegehê bike.
Li ser arîşe yên parêzgeh a Mûsilê, serok Barzanî got: di dema xwe de mi got qonax a piştî rizgarkirin a Mûsilê dijwartir dibe û divê Em li ser wê yekê biaxivîn, lê hêz ên Îraqî bi giring newergirtin.
Herweha ragehand: Ew hêz ên niha li Mûsilin, Ew pere yên bo avedankirin aMûsil hatîye mezaxtin di navber a xwe de dabeş dikin.
Amaje bi wê yekê jî da: Bûyer a ngirobûn a wê qayexê ji encam a wê gendelîyê bû.
Serok Brazanî, aşkera jî kir: Metirsî ya Daiûê bi dawî nehatîye û niha Daiş metirsîyeke ciddîye li ser xelkê, çunku ew hokarên Daiş duristkirîn hêj mane li Îraqê.
Serok Brazanî li ser peywendî yên di navber a Hewlêr û Bexdayê ragehand: Pêşlkirin a destûrê gelek delîve yên baştirkirin a peywendîyên Hewlêrê û Bexdayê ji nav bir; lê niha seqayek nû heye daku bişîyîn çareserîya arîşe yên di navber a Hewlêr û Bexdayê de bikin.
Serok Barzanî tekez jî kir: Hewlêr bi temamî piştîvanî ya Adil Ebdulmehdî dike bo çareserkirin a arîşe yên di navber a Hewlêr û Bexdayê de.
Li ser kawdan ên Herêm a Kurdistanê jî serok Barzanî ragehand:Herêm a Kurdistanê, hilbijartin ên perleman a Kurdistanê bi serkevtî derbaz kir. Encam ên wê jî derkevtin û Me gelek aramî jî girt. Delîve ya pêdivî bi hemû alîyan hatîye dan. Lê niha Em gehiştîne qonaxekê ku êdî çaverê nakiîn û perleman dê dest bike bi kar ên xwe bo hilbijartin a serok ê Herêmê û sanhîkarîyê bo pêkhînan a hikumet a Herêm a Kurdistanê.